Çîftyurek: Divê Kurd li dijî dagirkeriyê helwestek zelal nîşan bidin

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir pêwîste li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin helwestek zelal bê raberkirin.

Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê didome. Piştî dagirkirinê qetilîam, bombekirinên qadên sivîl û sivîlên ku jiyana xwe ji dest danî derket holê. Desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê dagirkeriya xwe li Başûr û li qadên din ên Kurdistanê jî êrîşên xwe yên leşkerî û siyasî didomîne.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyên herî girîng ên dîroka xwe de ne û got ku Kurdan di dema Qesrê Şîrîn, Lozan û Muhabadê de nekarîne wan pêvajoyan birêve bibin. Çîftyurek tekez kir ku di sedsala 21’an de firsend û astengiyên girîng hene, ger ku ev pêvajo ji aliyê rêveberên Kurdan were nirxandin wê destketên cidî bi xwe re bîne.

‘TRAJEDIYA DÎROKÎ PERÇEBÛYÎN E’

Çîftyurek têkildarê pevçûnan di nava Kurdan de wiha axivî:

“Di siyaseta Kurdistanê de bi rengekî têrker Kurdistana perçebûyî li ber çavan nehate girtin. Dabeşbûna Kurdistanê bi ser 4 perçeyan trajediyeke cidî bi xwe re aniye. Ew trajedî di rasteya berjewendiya mêtingeran de dem bi dem Kurd anîne beramberî hevdu. Rastiya Kurdistanê neçar kiriye ku bi dewletên mêtinger re têkilî çêbikin. Hin partiyên Kurdî ji ber vê trajediya dîrokî siyaseta ‘Dijminê dijminê min dostê min e’ esas girtine. Her wiha hê Kurdistan serbixwe nebûyî siyasetên ku zû bi nexweşiya desthilatê ketin pêş ket. Heya ku Kurdistan azad nebe siyaseta dabeşkirina perçeyan wê siyasetek bi pirsgirêk be. Ji ber wê jî îro ji bo pevçûna di navbera Kurdan de zemîn amade kirine.”

‘TEVGEREKE KURD DIKARE LI HER PERÇEYÊ TÊBIKOŞE’

Çîftyurek ragihand ku dewleta Tirk her tim li ser siyaseta perçebûyîna siyaseta Kurdan xwe rêvebiriye û wiha pêde çû: “Banga me ji bo hukumeta Başûrê Kurdistanê heye. Eger dixwazin sedsala 21’an bibe sedsala Kurdan, divê di mijara birakujiyê de di serî de Birêz Mesûd Barzanî  helwestek zelal û bi biryardarî nîşan bidin. Herî zêde jî pêwîste parlemento li dijî siyaseta tevlê xwekirinê Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk helwest bigrin. Ji ber ku delweta Tirk gavên mayînde diavêje, xeteriya mezin ev e. Her wiha her partiyeke Kurd dikare di perçeyek din a Kurdistanê têkoşîna hebûnî bide, em xwe parastina wê wek xetere yan jî pirsgirêk nabînin. Em bawerin ku gelê Kurd vê wisa difikire.”