Çewlik: Armanca me ya herî mezin şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye!

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik: Bi îdîa û hedefên mezin em dikevin sala 2020'an, em ê ji nû ve avaniya HPG'ê û YJA Starê deynin, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo yek ji mezintirîn hedefa me ye.

Fermandara Biryargeha Navendî ya  YJA Starê Zozan Çewlik derbarê berxwedana 2019'an û li ser armanca hedefa 2020'an ji ANF'ê re axivî.

Fermandara  Biryargeha Navendî ya YJA Starê Çewlik şehîdên sala 2019'an bi bîr anî,  berxwedêrên şoreşger ên li zindanan, berxwedêrên jin, hêzên demokratîk slav kir û got, ''Em ji qonaxeke dîrokî derbas dibin ku şoreşa me bi rihê fedaî û berdêlên mezin tê avakirin. Şehîdbûna hevrêyên me yên ku ku bi tevlêbûna xwe ya li hemû qadên têkoşînê û bi helwesta xwe şopeke mezin hiştin, şehîdên me pîvana rastîn in ku girîngiya dîrokî ya têkoşîna me û nirxê wê datînin holê. Bêguman her pêvajoya berxwedanê bi rêbazên bawerî, vîn û têkoşînê têne afirandin. Her wiha leheng xeta pêvajoyên berxwedanê diyar dikin.''

KONSEPTA ÎMHAYÊ HATIYE SAZKARKIRIN

Çewlik derbarê êrîşa dagirkeriya qirker a Tirk a 9'ê Cotmeha 2019'an a li ser Rojava got, ''Van rojan ku em ber bi dawiya salê ve diçin, em di pêvajoyeke wiha de ne ku di şexsê Şoreşa Rojava de di serî de li ser gelê Kurd li ser gelên Rojhilata Navîn konsepta îmhayê hatiye sazkarkirin. Weke ku tê zanîn êrîşa 9'ê Cotmehê ya li dijî Şoreşa Rojava, anîne ser roja komploya navnetewî ku Rêbetiya me pê ji Sûriyê derketibû û di vê rojê de dane destpêkirin. Rêbetiya me di notên Imraliyê de diyar dike, ji ber ku Rêbertî li ser xaka xwe vehewandiye TC bi salan ji Sûriyê tolê dihilîne. Ev êrîş jî her wiha hem tolhildaneke ji Sûriyê ye û hem jî êrîşeke li ser azadiyê ye ku Şoreşa Rojava dide gelê Kurd û mirovahiyê.

Êrîşa li ser Rojava û berxwedana li dijî vê didome. Diyar e ku êrîş wê dema pêş jî bidomin. Biya min pir girîng e ku em ji vê re hazir bin li ser hîmê berjewendiya hevpar a gelan berxwedanê geş bikin.''

ARMANCA ÊRÎŞAN ÎMHAKIRINA TEVGERA AZADIYÊ Û RÊBERTÎ YE

Çewlik got êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava ji bo kesî nebûye sûrprîz, hewldana dizaynkirina Rojhilata Navîn û dijminatiya dewleta Tirk nîşan dide ku wê êrîşeke wiha bi ser Rojava de were, ji ber ku dewleta Tirk ji mêj ve bi hincetên cihê, her delîveyê gef li Rojava dixwar. Çewlik her wiha got êrîşkariya li ser Rojava ne tenê bi dewlta Tirk e, her wiha NATO'yê ev pejirandiye û rê ve biriye û got, ''Ev êrîş mîna parçeyek ji projeyên Rûsya û DYE'yê yên li ser Rojhilata Navîn pêk hatine. Hêzên hegemonîk Rûsya û DYE dijminatiya dewleta Tirk a faşîst a li ser Kurdan dibînin, ku dem û cihê wê tê dijminatiya dewleta Tirk a faşîst a li dijî Kurdan bi kar tînin. Ji ber vê bi destûrdana êrîşên dagirker ku hê jî didomin û bi pejirandina vê ev bi rengekî zelal danîne holê. Diyar bû ku hedefa êrîşên dagirker ku 9'ê Cotmehê dest pê kirin, îmhaya Tevgera Azadiya Kurd û Rêbertiya wê ye.''

'MESELE ÎDEOLOJÎK Û PERGALÎ YE'

Çewlik bi berdewamî got şertên niha û yên 1999'an ji hev cihê ne û diyar kir, ''Ne Kurd û ne jî meseleya Kurdan ne mîna pêvajoyên beriya niha ne. Paradîgmaya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê, hîmê vê guherînê datîne. Ev paradîma piştî ku hinekî pratîk bû, li nav jinan û gelên  cîhanê bersiveke mezin ji bo xwe dît û ev bersiv, bi êrîşên ser Rojava re, bi helwesta hevpar a gelan zêdetir hate fêhmkirin. Rastiya ku derketî holê ew e ku paradîgmaya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li nav jinan û gelan bûye xwedî bersiveke mezin. Jixwe ya ku hêzên serwer û dewletên statûkoparêz ên li herêmê ditirsîne ev rastî ye. Sedema êrîşa li ser Tevgera Azadiya Kurd û Rêbertiya wê ev e''. Çewlik bi berdewamî got, ''Mesele îdeolojîk û pergalî ye. Êrîş û konsepta îmhayê çi qasî leşkerî be, ew qasî îdeolojîk e jî. Divê baş were fêhmkirin bê ka çima qirkirina Kurdan çima ev çendî berbelav e û bi rêbazên tund tê kirin. Kurd û destkeftiyên wan ji sînorên xwe derketine, hatiye asteke ku bandoreke bi asta cîhanî bike. Bandor li ser gel, jin û derdorên altarnatîf ên pergala alternatîf kiriye û kiriye ku ew bikevin nav lêgerînan.''

EV ÊRÎŞ NAŞIBIN PÊVAJOYA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik got di pêvajoya pêş de jî wê êrîş bidomin, bi van êrîşan wê zor ne tenê li ser Kurdan û gelên Kurdistanê bibe û rasteqîniyeke gel a ji neteweyan bihurî heye û şerê îradeyê ku ev rasteqînî datîne holê heye. Çewlik got, ''Ev berxwedan hêvî û îlhamê dide gelên cîhanê. Ji ber vê zor li dewleta  Tirk jî dibe ku êrîşên tîne ser Kurdan û  zor li wan hêzên serwer jî dibe ku van êrîşan dipejirînin. Hêzên serwer ku berxwedana bi pêşengiya Kurdan dibînin, ji bo berevaniya berjewendiyên xwe yên emperyal faşîzma Tirk teşwîq dikin da ku êrîşê bi ser Kurdan de bibin û qirkirina Kurdan temam bikin. Hişyarbûna Kurdan û paralelî vê hişyarbûna gelên herêmê û cîhanê û jinan, xwestina wan a azadiyê hêzên serwer dixe naf fikaran.''

Çewlik got ji ber vê tirsê hê jî êrîşên dagirkeriya Tirk didomin û got, ''Di vê rewşê de berxwedana ku Kurd û gelên Kurdistanê û dostên wan nîşan bidin, wê rengê dîrokê bi asteke girîng biguherîne.

Çewlik bi domdarî got, ''Rîska hevsenga serkeftin û têkçûnê ya vê pêvajoyê mirov nikare bide ber ya ti pêvajoyê. Encamên nebaş ên berxwedan ku bi asta cîhanî moral û bandorê dike jî wê bi wê astê be. Em nikarin siyaseta êrîşên û plana wê ya li ser Rojava hatî destpêkirin bişibînin pêvajoya Efrînê, divê em neşibînin jî. Weke ku wê bi bîra me were, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê mijarê bi giringî hişyarî dabû û gotibû, ''Wê ne mîna Efrînê be, wê li ber xwe bidin'' û perspektîf dabû. Li ser Efrînê jî DYE'yê û Rûsyayê li hev kiribû. Niha jî li hev kirine. Di kombûna civîna Enqerê de ya di navbeyna Îran - Rûsya û T.C'ê de ev hate fêhmkirin. Hin peyman danîn, bazar kirin. Dewleta Tirk aşkere li ber çavê hemû cîhanê her fersendê Kurdan qir dike.''

QASÎ RÎSKÊN MEZIN FERSENDÊN DESTKEFTIYÊN MEZIN JÎ HENE

Weke me li jor dayî diyarkirin DYE û Rûsya helwesta dijminahiya li dijî Kurdan bikartîne li Rojhilata Navîn çiqas komên çete hebe cendermetiya wan dide dewleta Tirk. Jİ ber ku derveyî Tirkiyê ti hêzeke din wiha dijminahiya Kurdan bike û çeteyan bihewîne nîne. Hêzên desthilatdar li ser pozisyona dewleta Tirk a li dijî Kurdan dixwaze Tevgera Azadiyê zeyîf bike, kontrol bikin û dixwazin  bixin nuqteyekî wiha ku li dijî sîstema wan nebe gefek. Hêzên desthilatdar di operasyonên qirêj ên li Rojhilata Navîn de Tirkiye weke potanseya baregeh û hêza êrişkirinê bikartîne. Jİ ber vê sedemê heta şerê Rojhilata Navîn bi dawî nebe rolê dewleta Tirk ji xilas nabe.  Her ku giraniya şer çêdibe qasî rîskên mezin fersendên bidestxistina destkeftiyên mezin jî hene. Eger Kurd, gelê Kurdistanî, jin û derdorên demokrasiyê berxwedana xwe bidomînin. Ev dewleta Tirk a faşîst ku desthilatdariya AKP’ê pêşengiya wê dike wê dawiya wê were.

OPERASYONA HATÎ DESTPÊKIRIN, OPERASYONA RIZGARKIRINA ERDOGAN E

Şerê ku heyî weke şerê rizgariya Komara Tirkiyê ya sala 1920’an dîrokî ye. Eger di dawiya vî şerî de dewleta Tirk a faşîst derbe bixwe, wê jib o gelan encam cûda be. Eger dewleta Tirk di qada Rojhilata Navîn de tişta dixwaze bidest nexe, yanî herêmeke hatî tahkîm kirin, eger parçyekî xakê di destê xwe de ne hewîne û bi vê re eger sîstema Rêveberiiya Xweser ya pêşxistî were paratin wê mezin têk biçe. Di encamekî wihsa de wê derseke dîrokî ji faşîzma Tirk re were dayîn. Wiha xuya dike ku eger di vî şerî de derbe bixwin wê Kurd hê bêhtir di qada xwecihî de, herêmî û hêzên navnetewî de rewşê biguherînin.  Her çiqasî DYE û Rûsya destûra êrîşên dewleta Tirk da be jî wê denge werin guhertin. Eger bi balkêşî were temaşe kirin di rûniştina NY de cara yekem Rûsya û DYE ji bo ku di mijara operasyona dagirkeriyê de Tirkiye neyê şermezar kirin helwesteke hevpar nîşan dan. Ev manîdar e. Her du hêz jî dixwazin rejîma Tirk a faşîst bikarbîne. Piştre bi desthilatdariyeke nû re dixwazin bi Tirkiyê re bidomînin. Ev hêzên he baş dizanin dewleta Tirk a faşîst çiqas bi çeteyan re ne. Tu hêz van komên çete naxwazin, berpisyartiyê nagrin, weke maşa dayîna destê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ne vala ye. Bi vê re dixwazin dewleta Tirk di her operasyonên qirêj de bikar bînin, di aliyê din de van rewşan li dijî dewleta Tirkiye bikarbînin. Di rewşa heyî de dibe rejîma faşîst a AKP’ê ji vê rewşê razî bibe. Lê yên rûyê vê yê rast dibÎnin, derdorên pêşeroja Tirkiyeyê difikirin, weke Erdogan û tîma wî lê temaşe nakin. Her çiqas dijî derkevin jî ne bi dengeke bilind dizanin ev operasyon, operasyona rizgarkirina Erdogan e.

Ji ber vê sedemê têkoşÎna li dijî faşîzma Tirk tê dayîn, her çiqas leşkerî, di encamên civakî û siyasî de ji şerê li dijî DAÎŞ’ê qat bi qat mezintire û wê di diyarkirina guhertina meyla dîrokê de bibe. Bê guman weke her şerî de berdelên giran tê dayîn. Gel hebûna xwe dixe holê bi hêzên parastina xweser re şerê rûmetê dikin. Êrîşeke li dijî gel, jin û sîstema wan heye. Ji dema destpêkirina êrîşan ve di mijara qetilkirina welatiyên sivîl ku ji bo parastina sîstema xwe li ber xwe didin, di qada raya giştî de nerazîbûn pêşket. Êrîşên li dijî gelê sivîl ku sîstema xwe diparêzin bû rojeve. Raya giştî ya cîhanê û hemû Kurd bi helwesteke hevpar li dijî vêya derket. êrÎşa li dijî hebûn û destkeftiyên gel hewldanên pêdiviya pêkanîna yekîtiya netewî kir rojev. Ji dema ku êrîş destpê kirin ve her fersendê de derdorên Kurd bangên yekîtiya netewÎ kirin. Di vê wateyê de bihêzkirina bangên yekîtiya netewî di vê pêvajoyê de gelek girÎng e.

LI BERAMBERÎ RASTIYA RÊBERTÎ BIRYARDARIYA FEDAÎBÛYÎNÊ

Di nava salê û di van rojên dawiya salê de di aliyê performansa leşkerî û siyasî de tespîtên me yên girîn çêbûn. Bi hedefên guhertinên mezin em derbasî sala nû bûn. Bi pêşengiya Leyla Guven bi destpêikirina greva birçÎbûnê ku 200 rojan dom kir em derbasî sala 2019’an bûn.  Sala dibin eksena Rêbertî bi destpêkirina berxwedanê û diyarkirina şêweyê wê li ser vî bingehî girîng bû. Li ser vê rewê di grevên birçîbûnê de berxwedaniya mezin ya hevrê Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Medya Çinar, Ayten Behçe, Zehra Saglan ku şehîd bûn bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wan ditewÎnin û li beramberî rastiya Rêbertî biryardariya fedayîbûnê dîsan diyar dikin.  Hevdîtina bi Rêbertî re ji bo gelê me û Tevgera me bû moral û hêzeke mezin. Rêbertiya me bi van hevdîtinan perspektîfên demê ji mere pêşkêş kir. Encamên hilbijartinên li Tirkiyê pêk hatin, encamên berxwedanê derxistî holê di aliyê siyasî de destê me bihêztir kir.

HÊZÊN YJA-STARÊ LI HER QADA LÊ BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DAN

Di asta leşkerî de her çiqas li dijî hêzên me yên HPG û YJA-Starê êrîşên îmhayê hebin jî, di bingehê ji nû ve avakirina HPG û YJA-Starê de berxwedan û çalakgeriyek mezin hate pêşxistin. Di bingehê konsepta îmhakirinê ya dijmin de li Bakur Operasyona Kiranê didome lê dijmin bi van operasyonan encama dixwaze bidest nexistiye. Di dîroka gerîlatiyê de dijin gelek operasyon lidarxist. Her operasyonekê navên cûda bikaranîn lê ya girîng ne nave encamê wê ye. Armanca û encamên van operasyonan girîng e. Bi guherîna şert û mercan û pêşketina teknîkê re karakterê şer û jî rewşek cûda qezenç kir. Dijmin her sal li dijî gerîla operasyonên rûtin lidar dixe. Bi taybet li Bakur bi operasyona ku navê wê Kiran danîn hewldanekî wiha dan ku rewşekî cûda kirine. Li ser vê artêşa Tirk ku ji derveyî teknîkê ti hêzekî wê ya şer nemaye bi çêkirina têgihê re û bi rêbazên şerê taybet rewşa heyî xwestiye berevajî bike.  Faşîzma AKP û MHP’ê ku hêza wê têrê ne kir berxwedana gerîla bişkîne bi rêya çapemenî û medyayê her roj wiha gotin; “Me evqas xila kir, evqas man, evqas teslÎm bûn” xwestin dilê xwe xweş bikin. Dîsan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi operasyonên Pençe re ti pêşketinek bidestnexistin. Li hinek girên vale bicih bûn û qîrîna serkeftinê berz kirin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hemû êrîşên dijmin berxwedanî û çalakgeriyek mezin pêş ket. Di vê wateyê de gerîlayn bi çalakiyên bi taktîkê derbeyeke mezin li dijmin xist.  Hêzên YJA-Star3e jî bi îradeya xweser û hêza xwe ya xweser şerekî parasinê ya bi bandor meşand. Serî de li Cîlo, Avaşîn, Zê, Xakûrkê ji nav de li Botan û Serhedê çalakiyên bi bandor, sabotaj û sûîkastê pêk hatin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin hêzên YJA-Starê li her qadê fedekariyek û berxwedane mezin li mewziyan hate kirin. Li dijî êrîşên hovane, komkujî, rêbazên şerê taybet û pîskolojîk yên dewleta Tirk a dagirker nava salê hêzên me yên parasina jin bi rûhê berxwedan û bi rûhê çalakiyan performanseke girîng nîaşn da hem li Bakur û hem li Başûr jî operasyonên dagirkeriyê vale derxistin.

Di vê çarçoveyê de bîlançoya sala 2019’an;

Çalakiyên YJA-Starê: 58

Şehîdên jin: 166

Esîr: 3

Dijmin li ser esasê ku komployê bigihîne encamê li Bakur, Başûr û Rojava êrîşên xwe bênavber didomîne. Vê têkoşîna me ya ku em ê pêvajoya dîrokî baş binirxînin û bi tarz û taktîkên rast bimeşînin wê bike ku em di pêvajoyê de bi ser bikevin. Ez bawer im em ê pêvajoya piştî vêya baş binirxînin, gel û gerîla wê têkoşînê geştir bike. Di warê leşkerî û siyaseta demokratîk de em ê têkoşînê geş bikin û hemû êrîşên qirker em ê bişkînin. Li ser van hêviyan ez hemû jinan û hêzên demokratîk silav dikim ên ku li ber xwe didin. Hedefa me ya 2020’an ev e ku em bi îddîa û hedefên mezin têkevin vê salê, vesazkirina HPG û YJA STAR’ê kûrtir bikin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.