Çemê Dîcleyê ji ber AKP'ê ziwa dibe

Ava Çemê Dîcleyê ji ber polîtîka û kiryarên desthilatdariya AKP'ê daketiya asta herî nizm a sih salên dawî. Welê lê hatiye ku li qadeke ji 60 kîlometreyî weke 'bê nav', 'bê pênase' ya jî 'rûbar' li qeydên fermî cih digire.

AKP'ê ku xwezaya Kurdistanê pêşkêşî sermayeyê kiriye, polîtîkayên xwe yên talankirina xwezayê didomîne. Çemê Dîcle ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, yek ji wan qurbaniyan e ku AKP'ê çav berdayê. Çemê Dîcleyê ku gelek Santralên Hîdro Elektrîk (HES), gol û ocaxên xîzê li ser hatine çêkirin, ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê hindik maye ku ziwa bibe. Rêjeya ava çem daketiye asta herî nizm a 30 salên dawî, lewma gelek zindiyên li nava çem li ber mirinê ne. Bi santrala enerjiyê ya ku niha tê xwestin li ser çem bê çêkirin, tevî Bexçeyên Hewselê ku di nava Mîrateya Çanda Cîhanê (UNESCO) de cih digire gelek cih di binê avê de wê bên hiştin. Ji ber ku kêmbûna avê li qadeke ji 60 kîlometreyî Çemê Dîcle weke 'bê nav', 'bê pênase' ya jî 'rûbar' li qeydên fermî cih digire.

'AVA BÊ PÊNASE'

Em bi endamê Platforma Parastina Hewselê Guner Yanliç re li ser mijarê axivîn. Yanliç bi bîr xist ku Çemê Dîcleyê bi dehan herêman şîn dike û anî ziman, li Çemê Dîcle ziwatiya herî zêde ya 30 salên dawî rû daye. Yanliç da xuyakirin ku Çemê Dîcleyê beriya niha bi milyonan salî çêbûye û di 3 olan de jî yek ji çemên pîroz e. Yanliç diyar kir, Çemê Dîcleyê ku ji ber Bendava Dîcleyê ava wê kêm bûye, ji ber polîtîkayên şaş ên avdana zeviyan jî rêjeya avê kêmtir bûye. Guner Yanliç da zanîn ku rêjeya ava Çemê Dîcleyê daketiye asta herî nizm a 30 salên dawî û li qadeke ji 60 kîlometreyî jî weke 'ava bê nav', 'bê pênase' û 'rûbar' li qeyda fermî cih digire. Yanliç destnîşan kir, ji ku ber li hin cihan wesfa çem winda kiriye, nakeve ber Qanûna Parastina Peravan, lewma bi her awayî talan lê tê kirin. Yanliç da zanîn ku wan beriya niha hewl dane balê bikişînin ser vê rewşê û ragihand, ji bo Dîcle bibe xwedî wesfa dîrokî û nirxê xwe, çi ji destê wan bê wê bikin."

'POLÎTÎKAYÊN ÇANDINIYÊ YÊN NEZANTÎ, DÎCLEYÊ ZIWA DIKIN'

Yanliç ragihand ku ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê yên di çandiniyê de dike, xisarên mezin li Çemê Dîcleyê bûne û da xuyakirin ku bermahiyên kîmyewî û zibilê di karê çandiniyê de tên bikaranîn, piştre diavêjin nava çem. Di dewama axaftina xwe de Yanliç got, "Der barê zerara li Çemê Dîcleyê bûye, mirov dikarin qala bi dehan sedeman bikin. Yek ji van jî polîtîkaya çandiniyê ya sîstemê ye. Tevî kêmbûna ava çem a ji ber DSÎ û bendavan, di çarçoveya polîtîkaya çandiniyê ya nezantî de bi motoran av ji çem tê kişandin û ji bo avdana zeviyê pincaran gelekî zêde tê bikaranîn. Ev jî dibe sedem ku ava çem kêm bibe. Ava ji çem tê kişandin bi taybetî di avdana zeviyên garis û pembo de tê bikaranîn ku sîstem piştgiriya vê dike. Ji bo ev avdan jî bi hêsanî were kirin, cotkar zeviyên xwe bi rengekî nezantî li qiraxa çem çêdikin. Ji ber vê yekê jî zibilê kîmyewî yê li zeviyan tên bikaranîn dirijin nava Çemê Dîcleyê. Ev yek jî bandoreke mezin li zindiyên li nava Çemê Dîcleyê dike. Dibe sedem ku çem gemarî bibe. Yek ji sedemên mezin ên ku zerarê didin Çemê Dîcleyê, polîtîkayên çandiniyê ye."

'SANTRALÊN ENERJIYÊ WÊ DERBEKE GIRAN LI DÎCLEYÊ BIXE'

Yanliç bal kişand ser santrala enerjiyê ku DSÎ plan dike ku li ser Çemê Dîcleyê çêbike û anî ziman ku bi vê santralê re wê derbeke giran li çem bê xistin. Yanliç destnîşan kir ku ji bo santral neyê çêkirin ew têdikoşin. Guner Yanliç ragihand ku Çemê Dîcleyê qurbanî sermayeyê tê kirin û wiha dewam kir: "Zerareke din jî ji ber polîtîkayên enerjiyê yên sîstemê ye. HES'ek a bi Bendava Kral Kizi heye. Ji bo avê bikin amûrek ji bazariyê, li 3 herêman HES hatiye plankirin. Lê belê ji ber nerazîbûnan wezaretê di vê mijarê paş ve gav avêt. Lê belê di rewşa heyî de, Bexçeyên Hewselê jî di nav de li qadekê kar tê kirin û di vê çarçoveyê de tê plankirin ku santraleke enerjiyê bê kirin. Ji ber vê yekê Bexçeyên Hewselê ku qadeke çandiniyê ye û gelek herêmên li nêzî navenda Amedê wê di nava avê de bimîne."

'EV 40 SAL IN XÎZ JI DÎCLEYÊ TÊ DERXISTIN'

Di dewama axaftina xwe de Yanliç işaret bi ocaxên xîzê kir ku ev 40 sal in xîzê ji nava Çemê Dîcleyê derdixînin û got, "Mîna li gelek cihan, ev 40 sal in li Amedê jî polîtîkayên betonkirinê derketiye pêş. Ji bo vê jî pêwîstî bi xîzê hebû. Ev 40 sal in xîz ji Çemê Dîcleyê tê derxistin. Ji bo derxistina xîzê jî pêwîste krîterên ÇED'ê bi cih werin anîn. Li gorî vê jî, divê di dema derxistin xîzê de kolandin 3 metreyan derbas neke. Lê belê li hin cihan 15-20 metre hatiye kolan û bi vî rengî xîz hatiye derxistin. Li kûrahiyeke bi vî rengî derfet nayê dayin ku masî yan jî zindiyên din bijîn. Û ji ber vê yekê zarok jî dimirin. Gelek zarok di kortên gelekî kûr ên ocaxên xîzê de fetisîn. Li Tirkiyeyê rêvebernameya ÇED'ê heye, lê belê ne di wê astê de ye ku karibe li ser sermayeyê bê ferzkirin. Qanûn li gorî sermayeyê hatine amadekirin."

'TIŞTA ANÎN SERÊ SÛRÊ DIXWAZIN BÎNIN SERÊ ÇEMÊ DÎCLEYÊ Û HEWSELÊ'

Yanliç da zanîn ku tê xwestin Çemê Dîcle û Bexçeyên Hewselê mîna Sûrê ji holê bên rakirin û nerazîbûn nîşanî UNESCO û rêxistinên civakî yên sivîl da ku li pêşberî van polîtîkayên hilweşandinê bêdeng in.

Di dawiya axaftina xwe de Yanliç got, "Sedema bingehîn a avabûna Amed û gelek bajarên li derdorê, hebûna newalên berhemdar e. Li ber bajêr Bexçeyê Hewselê ku UNESCO ew xistiye nava lîsteya mîrateya çandî ya cîhanê û Çemê Dîcleyê hene. Tevî bajarê 8 hezar salî, Bexçeyê Hewselê jî heta vê serdemê hatiye parastin.

Bexçeyê Hewselê berê bersiv dida tevahiya pêdiviya xurekê ya Amedê, lê niha bi destê DSÎ dawî lê tê anîn. 

Bexçeyê Hewselê di bin parastina UNESCO de ye, lê mixabin ji bo parastina wê tiştek nayê kirin. Çawa ku Sûr a di bin parastina UNESCO de ye lê belê ji bo parastina wê tiştek nehat kirin û hat hilweşandin, şewitandin, çarenûsa Bexçeyê Hewselê jî bi heman rengî ye. Tevî ku me ji UNESCO û rêxistinên civakî yên sivîl re ragihandine, xwedî li Bexçeyê Hewselê nehatiye derketin."