Çelîk: Vîna gelekî nayê xespkirin

Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ji aliyê AKP/MHP’ê ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm danî, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Çelîk diyar kir ku vîna gelekî nayê xestpêkirin.

Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ji aliyê AKP/MHP’ê ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate bicihkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Çelîk a 5 roj bûn li Midûryeta Emniyetê dihate ragirtin, piştî karûbaran, sewqî dozgeriyê hate kirin. Çelîk a îfada wê hate girtin, sewqî Dadeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.

Dadgehê jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.

Çeîlk li ser desteserkirina şaredariyan got: “Em li bendê bûn ku wê qeyûman tayîn bikin. Dagirkirina avahî û tenê qoltixe ne tiştekî dine. Vîna gel nayê xespkirin.”