Çêkirina diwarê ku Amedê dike du beş didome

Çêkirina diwarê bi dirêjahiya 10 kêlometreyî yê li ser rêya tirênê ji serî heta binî yê Amedê ji nû ve hate destpêkirin.

Çêkirina diwarê ku bi hinceta qezayên trafîkê yên li ser rêyên hêsin a dewletê yên li Amedê ji ber bertekên hatîn nîşandan hatibû rawestandin, ji nû ve dan destpêkirin. Çêkirina diwarê ji aliyê Midûryeta Herêma 5’an a Malatyayê ve rêyên hesin ên dewletê jêr erdê 20, ji derve 50 santîmere bilindahiya betonê, 180 santîmetre panelên qefes ên têl, 50 santîmetre weke têlên cilêt hatin amadekirin, di seatên sibehê de ji nû ve hate destpêkirin. Li ser dîwarê beton, li tevahiya rêya hêsin ya ku li ser sînorê navçeya Peyîzavayê du alî 100 metre çît panel hatin çêkirin.

Çîtên panel tevahiya bajêr kire du beş û li tevahî dirêjahiya dîwarê beton ên li ser rêya hêsin ve hatin zeliqandin.