'Çawa ku me Kobanê parast, em ê Efrînê jî biparêzin'

Şêniyên Başûrê Kurdistanê li ber hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê rabûn û gotin, di her şert û mercî de ew bi gelê Efrînê re ne. Başûriyan destnîşan kirin ku wê berxwedanek ji ya Kobanê mezintir bê nîşandan.

Gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dewam dikin. Şêniyên Başûrê Kurdistanê jî destnîşan kirin ku di nava her şert û mercî de ew bi gelê Efrînê re ne. Başûriyan gotin, "Çawa ku me bi hev re Kobanê parast, em amade ne Efrînê jî biparêzin" û nîşan dan ku amade ne li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Hin ji welatiyên Başûrê Kurdistanê li ser hewldanên dagirkirina Efrînê ev helwest nîşan dan:

Aştî Azad: Ciwanên Kurd, êrîşeke li dijî Efrînê weke êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê dibînin. Em her tim amade ne ku Efrînê biparêzin.

Ebdulhalik Ebdûlah: Gefên dewleta Tirk û dîktatora Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dewam dikin. Gelê Başûrê Kurdistanê amade ye bi her awayî bersivê bide van. Di her şert û mercî de em bi gelê Efrînê û gelemperiya Rojava re ne.

Omer Hecî Hisên: Dewleta tirk nikare Efrînê dagir bike. Efrîn pariyekî biçûk nîne. Hêzên li wê derê hêzên azadiya gelan e. Dewleta Tirk bi êgir dilîze. Ev agir wê wan jî bişewitîne.

Leyla Mihemed: Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê xeyalekî pûç e. Vîna gelê me diceribînin, lê belê îradeya li wê derê çawa ku hovîtiya DAÎŞ'ê têk bir, wê dewleta Tirk jî têk bibe. Em bi can û malê xwe bi Efrînê re ne.

Dersim Çemçemalî: Çawa ku me beriya niha bi hev re Kobanê parast, em amade ne Efrînê jî biparêzin. Eger dewleta Tirk hewl bide dagir bike, wê berxwedanek ji ya Kobanê gelekî mezintir li hemberî xwe bibîne. Weke ciwanên Kurd em amade ne bikevin çeperên berxwedanê.

Sumeya Celîl: Efrîn bajarê Kurdan e, dilê Kurdan e. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, wê ji dagirkeran re nebe war.

Şenga Ebdulhalik: Em ciwanên Başûrê Kurdistanê bi Efrînê re ne. Em ji gelê Efrînê re dibêjin, di nava her şert û mercî de em bi we re ne.