Çavên Leylayê dibiriqin...

''Dema ku ketim vê rêyê min qêrînak da tarîtiyê. Min nizanîbû bê ka ew qêrîn wê bigihije derve yan na lê ez niha dibînim ku ji nav dîwaran derketiye û giha ye... Li Sakîne, Kemal fikirîm û motîve bûm.''

Gotinek heye, tê gotin, ''Heke bi kesî nikaribî, bi xwe jî nikarî?''. Carinan dema ku nikaribî yê pêşberî xwe qanih bikî û gotin diqede bedena te dibe çeka te. Êdî gotin qediyabû an jî bi me wiha dihat. Ji ber ku wê bi xwe gote me gotin hê neqediyaye, bi ser de hê nû dest pê dike. Li pêşberî me jineke xurt hebû ku li dijî her tiştî bi bedena xwe şer dikir.

Her kes newêre lê rast were lê ew qasî jî dixwazin ku vê wêrekiyê bibînin. Dema ku mirov nêzî wê dibe axaftinên di navbeyna xwe de jî kêm dibin. Kelecaniyeke bêdeng û aram dikûmişe ser me.

Em ji wê avahiyê ku li derdora wê TOMA hene dikevin hundir. Keça wê Sabîha xêrhatinê li me dike. Ji ber ku em gelek in, her carê 5 kes kes em dikevin hundir. Ji ber enfeksyonê negire, ji me tê xwestin ku em zêde nêz nebin, dest nedinê û hema li devê derî silavê bidin.

QÊRÎNEKE LI TARÎTIYÊ BÛ

Em diçine odeya ku Leyla Guven lê dimîne, dema ku çav li me dikeve, dibêje, ''hûn bixêr hatin jinên xweşik'' û dibeşişe. Dibêje, ''li ser piyan nemînni, rûnin''. Leyla dawî li bêdengiya odê tîne, ''Em her çendî nikaribin destê xwe bidin hev jî ev hevdîtin têra min dike. Ji kerema xwe moralê xwe xirab nekin, xemgîn nebin'' û didomîne, ''Dema ku ez bi vê rêyê ketim ez li tarîtiyê bûme qêrînek. Min nizanîbû bê ka ev qêrîn wê bigihije derve lê niha dibînim ku ev qêrîn ji nav dîwaran derketiye û gihaştiye. Dema ku min dest bi grevê kirî tiştên ku Zindana Amedê hatin jiyîn fikirîm. Li Sakîn, Kemal fikirîm û motîve bûm.''

Bi zorê hilmê distîne, ji keça xwe avê dixwaze, piştî ku qirika xwe şil dike didomîne, ''Helbet, em hemû bi rengekî em ê bimirin. Ez jî jineke jirêzê ya li nav malê bûm. Di nav vê têkoşînê de 25 salên tije ez jiyam. Ji bo ku li vî welatî aştiya civakî çêbibe min bedana xwe danî holê. Her kes mîsyoneke dîrokî li xwe bar dike. Hûn jî ji bo çand û hunera Kurd bidin jiyîn bi wêrekî hûn meşiyan. Dema ku we dibînim qeweta min zêde dibe. Rojekê em ê wan hêwanên ku ji dest me standine dîsa bistînin.''

Her ku Leyla diaxive moral û wêrekiya jinan zêde dibe, zehmet jî hebe hewl didin ku tiştekî bibêjin. Dibêjin, ew jinên ku hewl didin ku hunerê biafirînin bi wijdanên xwe hildiberînin û Leyla ji bo wan bûye ronkahiya hêviyê. Dibêjin,''di nûçeyan de dema ku em navê Leylayê dibînin hêza me zêde dibe''. Leyla dibêje, 'maskeyên li ber devê xwe rakin, dixwazim we bibînim.''. Ji Mizgîn Tahir stranekê dixwaze, çavê xwe digire û lê guhdar dike. Piştre jî Ozlem Gerçek strana 'dayê dayê' bi Kirmanckî jê re dibêje.

Em beriya ku derkevin dibêjin, ''em ê di rojên xweştir de dîsa hev bibînin'', bi hêviya ku ne dîtina dawî be...

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka /Bîrcan Degîrmencî