Çavê AKP'ê li valakirina Bedlîsê ye

Avahiyên dîrokî yên Bedlîsê li ber tinebûnê ne. Li gorî mîmarên li bajêr, ji bo veguherîna bajarî dixwazin Bedlîsê vala bikin.

Hikumeta AKP'ê ji bêkarî heta talana çandî, ji desteserkirina şaredariyê heta teşwîqa ji bo narkotîkê bi her awayî girandiyê dide ser Bedlîsê û hewl dide bajêr vala bike.

Bedlîs ku bi xan, hemam, pir, medrese, malên xwe yên dîrokî, keleh û gelek berhemên xwe yên bedew navdar e, vê taybetmendiya xwe roj bi roj winda dike. Xaniyên dîrokî li şûna ku bên parastin mehkûmî hilweşînê hatine hiştin, tirbe û qadên dîrokî jî ji aliyê defînekaran ve hatine talankirin.

Li bajêr, ku karê tûtinê hatiye qedexekirin, febrîqeya tûtinê hatiye girtin û bêkarî zêde bûye, ji ber şert û mercên heyî gel neçar dimîne koç bike.

BIKARANÎNA NARKOTÎKÊ ZÊDE BÛ

Li Bedlîs û derdora wê, bikaranîna madeyên narkotîkê zêde bû. Serlêdanên malbatan ên li ser mijarê jî bê encam dimînin.

Çemê ku li navenda bajêr diherike, veguheriye sergo û gefê li tenduristiya mirovan dixwe. Karê paqijkirina çem ku di dema Şaredariya DBP'yî ya Bedlîsê de dest pê kir, bi tayinkirina qeyûm re sekinî.

PÊNC MINARE LI BER TINEBÛNÊ NE

Pênc Minareyên dîrokî yên li Bedlîsê li ber tinebûnê ne. Ev qada ku her roj bi sedan kesî serdana wê dikir, êdî ne xwedî taybetmendiya mîna berê ye. Li Bedlîsê niha li 4 mizgeftên dîrokî Şerefiye, Mizgefta Mezin, Mizgefta Meydanê û Mizgefta Gokmeydanê, 4 minare hene. Derket holê ku minareya pêncemîn ji xwe hilweşiya ye. Aqûbeta 4 minareyên mayî, ji ber xemsariyê dibe ku bi heman rengî be.

Kesên li xezîneyan digerin jî gorên kesayetên dîrokî, dîwarên mizgeftan, kêl û hin cihên dîrokî bi navê 'xezîne heye' xera dikin.

XANIYÊN DÎROKÎ YÊN BEDLÎSÊ HATIN TERIKANDIN

Ji ber mueyyideyên cezaî gelê Bedlîsê nikare ji bo parastina xaniyên dîrokî yên li ber hilweşînê ne tiştekî bike. Şêniyên ku li van xaniyên dîrokî dijîn dixwazin bi derfetên xwe xaniyên xwe restore bike, lê belê destûr ji wan re nayê dayin. Ji ber vê yekê jî welatî ji neçarî xaniyên xwe diterikînin. Xaniyên vala dimînin jî piştî wextekê dibin xirbe.

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA BI ZANEBÛN

Nêrîna hevpar a mîmarên ji Bedlîsê wiha ye: "Hikumeta AKP'ê û qeyûman Bedlîs ceza kirin û li naverastê hiştin. Ev yek encama polîtîkaya zanebûn a ji bo valakirina Bedlîsê ye. Di çarçoveya projeya veguherîna bajarî de dixwazin Bedlîsê bi Tetwanê re bikin yek. Der barê talankariya kesên li xezîneyê digerin jî, guh nadin bangên me. Tevî ku em li ber vê xemsariyê radibin jî kes guh nade dengê me."