Çavdêriyên Leyla Guven û Dayikên Aştiyê yên li Roboskî

Heyetek ji KCD û Dayikên Aştiyê bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Roboskî çûn gundê Roboskî û bi malbatên qurbaniyan re hevdîtin kir.

Di ser Komkujiya Roboskî re 8 sal derbas bûn ku 34 gundî li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk hatin kuştin. Li şûna darizandina kujeran, malbatên qurbaniyan yek bi yek tên darizandin. Hema bêjin nîvê nifûsa gundên Roboskî û Gulyazi yên Qilabanê tên darizandin. Têkoşîna malbatên Roboskî ya ji bo edaletê jî dewam dike.

Heyetek ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, endamên KCD'ê û Dayikên Aştiyê yên ji Amedê di salvegera 8'an a Komkujiya Roboskî de serdana malbatên Roboskî kir û êşa wan parve kir. Endamên heyetê ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kirin.

GUVEN: HOVÎTIYEKE GELEKÎ MEZIN BÛ

Guve bal kişand ser komkujiya ku bi balafirên şer hate kirin û got, "Parçeyên cenazeyên zarokên van dayikan û parçeyên hêstirên di bombardûmanê de hatin qetilkirin tevlî hev bûn. Dayikan hefteyek piştî veşartina cenazeyên zarokên xwe parçeyên bedenên wan ên li derve mayî dîtin û veşartin. Ev yek hovîtiyeke mezine. Me xwest bi van dayikan re sohbet bikin, wan fêhm bikin û tiştekî ji bo wan bikin. Lewma em hatin serdana vê deverê."

'KOMKUJIYÊN MÎNA ROBOSKÎ DUBARE KIRIN'

Guven anî ziman ku êşa dayikên Roboskî hîn teze ne û got, "Dema ku me li sedema vê yekê pirsîn, wan jî bal kişandin ser nedîtina kiryarên komkujiyê. Êşa wan ancax bi vî rengî dikare sivik bibe. Dibêjin ku dema kiryar û bersûcê komkujiyê hatin dîtin û darizandin wê hingî êşa wan sivik bibe. Ji xwe di dîroka me Kurdan de komkujiyên mîna Roboskî timî hatin dubarekirin.

Roboskî li Başûr dibe Helebçe, li Rojava dibe Til Rifat, li Bakur dibe Ceylan Onkol û Ûgûr Kaymaz û bi komkujiyên bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Li her deverê komkujiyên mîna Roboskî hene. Hin ji dayikên Roboskî gelek zarokên xwe ji dest dan. Daiykên Aştiyê di dema serdana dayikên Roboskî de ji wan re gotin, 'Qet nebe goreke we heye ku hûn dikarin serdana wan bikin, em nizanin cenazeyên zarokên me nîne û goreke me jî nîne'. Dema ku mirov vê gotinê dibihîzin mirov ji mirovbûna xwe şerm dike."

'EM Ê BI HEV RE HESAB JI KUJERAN BIPIRSIN'

Guven ragihand ku malbatên Roboskî 8 sal in di şînê de ne, nepêkane ku tiştên bi serê wan ve hatine ji bîr bikin, lê belê divê êdî ji şînê derkevin û got, "Me ji dayikan rica kirin ku êdî reş li xwe nekin û ji şînê derkevin. Tevî vê yekê ji bo hesab ji kujerên zarokên wan bê pirsîn em ê bi hev re têbikoşin."

RAYEDARÊ LEŞKERÎ: HÛNÊ JI VÊ RE NEBÊJIN KOMKUJÎ

Guven diyar kir ku kesên dewletê temsîl dikin dikarin bi hêsanî bang li malbatên Roboskî bikin, gefê li wan bixwin û got, "Wan kesan gotine ku ya li Roboskî pêk hat komkujî nîne. Gef li malbatan xwarin ku nebêjin komkujî. Ji vê jî wêdetir rayedarekî leşkerî ji malbatên Roboskî re got, 'Hûn ê nebêjin komkujî', weke ku zarokên we di qezayeke otobusê de di bin otobusê de man û mirin."

Guven got, "Dixwazin bi vî rengî li bûyerê binerin û dewletê sûcdar nekin. Bi vê gotinê jî li komkujiyê mikur tên ku wan kirin. Ji ber ku zanin ew sûcdar in û wê bên darizandin."

Leyla Guven anî ziman ku ew bi têkoşîna dayikên Roboskî re ne û wê vê têkoşînê xurtir bikin.

DAYIKA AŞTIYÊ IŞIKTAŞ: HER MALEK ŞEHÎDEKÎ XWE HEYE

Ji endamên heyetê Raziye Işiktaş a ji dayikên aştiyê jî got, "Me xwest êşên dayikên Roboskî parve bikin. Rojê me serdana 7-8 malbatan kirin. Me dît ku êşa her malbatekê ji ya din mezintire. Êşa wan bi me gelekî giran bû. Li her malekê şehîdekî xwe heye. Êşa ewladan gelekî zehmete."

'EM DAYIK AŞTIYÊ DIPARÊZIN'

Endama heyetê Mevlude Atsiz jî bi bîr xist ku dayikên Roboskî hîn jî kincên reş li xwe dikin û got, "Dayik her roj digirîn. Me ji wan re got ku em êşên wan parve dikin. Em dayik aştiyê diparêzin. Ji ber vê yekê em naxwazin kes biêşe. Carna dema hîn cenazeyên me nehatine veşartin jî em daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman."

Atsiz destnîşan kir ku ji bo aştî û aramiyê çi bikeve ser milê wan ew amade ne bikin.