'Çapemeniya Kurd azad nebe, demokrasî jî nabe'

Li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, heta ku çapemeniya Kurd azad nebe, demokrasî jî li welêt pêk nayê.

Nûner û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Rojnamevanan a Hemdem (ÇGD), Basin-Îş’a DÎSK’ê, MLSA, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û nûnerên rêxistinên pîşeyî danişînê dişopînin. Her wiha parêzerên endamên Amsterdam Law Clinics, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ÎHD, MED-DER, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê, rêveberên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo piştevaniyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê  Huseyîn Aykol di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku 34 sal in ew li vir rojnamevaniyê dikin û wiha got: “34 sal in em tenê li pey nûçeyan in. Lê ji ber hin sedeman nûçeyên ku em didin her tim vê dewletê, hikûmetên ku hatine avakirin aciz dike. Ew her tedbîrê digirin da ku pêşî li ragihandina me bigirin. Lê mixabin li vir tenê hevalên me yên rojnameger qetil kirin, ji nav me koça dawî kirin. Hin hevalên me wek niha avêtin zindanê, hinek jî neçar man sirgûn bikin, lê em berdewam dikin. Rojnameyên me girtin, me berdewam kir, bombe barandin, me berdewam kir, niha jî em berdewam dikin. Di demên dawî de zextên li ser me zêde bûne, ez difikirim ku sedem ev e; di hilbijartinên dawî de jî nexwestin em li qadan bin, ev yek hem ji bo desthilatdarî û hem jî ji bo muxalefetê weke xala guhertinê hate dîtin. Hevalên me bi operasyonan girtin, lê divê di danişîna ewil de wan berdin. Hevalên me yên li Enqereyê di danişîna ewil de hatin berdan, îro jî em li bendê ne ku hevalên me bên berdan. Her çiqas zextan bidomînin jî em ê rojnamegeriyê bidomînin.” 

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî axivî û diyar kir ku yek ji dozên herî girîng ên rojnamevaniyê li Tirkiyeyê îro tê lidarxistin û wiha got: “Heke ev hevalên me 13 meh in derketina pêşberî dadger, niha zûve hatibûn berdan. Bi mehan li benda îdianameyê man. Rojnamevan tên binçavkirin û girtin lê sûc nîne. Wê 15 hevpîşeyên me bên berdan lê ya girîng ew e ku pergala hiqûqê bi şeklekî adilane bê şixûlandin. Heke ev pergal bi awayek adil bixebitiya niha hevalên me zûve hatibûn berdan. Em piştevaniya rojnamevanên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e. Lê yên ku rojnamegeriyê sûc nîşan didin bila baş bizanibin ku rojnamegerî xizmetek civakê ango raya giştî ye. Em ê vê nîşanî wan bidin. Em ê rojnamevaniyê bikin, em ê nûçeyên xwe jî bigihînin gelê xwe.”

Cîgirê Serokê Cemiyeta Rojnamevanan Yusuf Kanli jî wiha axivî: “Çapemenî di rewşek zor de derbas dibe. Em di şertên gelek dijwar de derbas dibin. Duh jî wisa bû îro jî wiha ye. Hevalên me yên gelek hêja ên rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine nihali vê avahiya li pişt me ne, 13 meh in ji azadiya xwe mehrûm mane. Rojnamegerî ne sûc e, nikarin sûc bi me bidin qebûlkirin. Em li bendê ne ku hevalên me îro werin berdan. Em hêvîdarin ku wê zext û bedela giran li ser rojnamevanan bi dawî bibe.” 

Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî destnîşan kir ku ji bo berdana rojnamevanan çi ji destê wan bê dê bikin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar jî danişîna doza rojnamevanan wek “Bûyera şerma dîroka hiqûqa Tirkiyeyê” pênase kir û got: “Bila ev doz bibe şerma Tirkiyeyê. Serokkomar Erdogan li zîrveya NATO’yê hevdîtinan dike. Rêya ku Tirkiye biçe Yekitiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe. Rêya ku ji Amedê jî biçe Yekitiya Ewropayê bi naskirinam afên kurdan û azadiya çapemeniyê re derbas dibe. Heta ku medya kurd azad nebe, tu tiştek çareser nabe û hemû rêyên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê xitamandî bin. Doa îro ji her warî ve girîng e. Ev doz jî nîşan da ku êdî medya kurdî ne bi tenê ye. Çi were serê gelê me û medya kurd em ê mijarê bibin Meclisê. Em ê heta dawiyê xwedî li gelê kurd û azadiya çapemeniyê derkevin. Rojên ku hevalên me bigihîjin azadiya xwe nêzîk in.”

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî wiha got: “Çi tiştek ku tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne, xistine vê îdianameyê. Tu delîlek ku li gorî hiqûqê be di îdianameyê de nîne. Beyanên îtîrafkaran û şahidên veşarî yên beredayî hene. Ev doz girîngiya rojnamegeriyê dide nîşandan. Em hêvîdarin wê demildest rojnamevan bên berdan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.