Çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê: Li Heftanînê 6 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi armanca silavkirian Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê çalakî kirin. Di çalakiya li Heftanînê hate kirin de 6 dagirker hatin cezakirn, 1 jî birînar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Li herêma Heftanîn di çarçoveya  Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

2'yê Tebaxê artêşa TC'ê ya dagirker li navberna Girê Şehîd Bêrîvan û Şehîd Çiyager operasyona dagirker daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê kontrol kirin û 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî kirine. Di encama çalakiyê de ji yekîneya dagirker ku bûyî hedef 4 jê hatine cezakirin. Dagirker, êvarî windahiyên xwe bi helîkoptêrê jiqadê rakirine.

5'ê Tebaxê saet 07:00'an li qada Bektorya dagirkerên ku dixwestin ji Girê Sîpan ber bi Girê Kartal ve biçin bi taktîka sabotajê derb li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, 1 jê jî birîndar bûye. Piştî çalaikyê artêşa TC'ê ya dagirker windayên xwe ji qadê bi helîkopterê rakirine, li qada Keşanê operasyoneke dagirker dane destpêkirin. Ev operasyon eynî rojê saet 17:30'an bêyî encam vekişiyaye.

Hêzên me yên Heftanînê ji bo ku Pêngava 15'ê Tebaxê, Cejna Vejîna Netewî ya gelê me silav bikin, di çalakiyande e 6 dagirker ceza kirine û 1 dagirker birîndar kirine.

Herêma Avaşîn û Zap ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê  de;

6’ê Tebaxê saet 15:30’î li dijî dagirkerên li devera Girê Sor a Avaşîn ya xwestin çeper çêbikin, hêzên me ji nêzîk ve li wan da. Li ser mudaxeleya hêzên me dagikeran xebatên çêkirina çeparan dane sekinandin û qedemeyek xwe paş ve dane.

6’ê Tebaxê saet 16:30’î hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dijî dagikerên li Kela Bêdewê ya Zapê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatibûn diyarkirin li wan hate dayîn.

Artêşa TC a li ber berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encam nagirin û li ber çalakiyên bi bandoar derbên giran dixwin, li dijî tunelên şer bi zêdahî gazên kîmyewî bikar tîne û bê navber sûcên xwe yên şer didomîne.

6’ê Tebaxê saet navbera 07:00-19:00’an li dijî tunelên şer ên li Werxelê ya Avaşînê 8 carî gazên kîmyewî hatiye bikaranîn. Heman rojê saet 21:00’an bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer hatine kirin. Li ser herêmê tevgerkî zêde ya dronan heye.

5’ê Tebaxê saet 21:30’î devera Girê Şehîdan a Xakurkê, 6’ê Tebaxê saet navbera 11:30-12:00’an deverên Girê Şehîd Heqî û Ava Lolan ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

6’ê Tebaxê saet navbera 22:40-23:20’î li Mervanos, Tabûra Ereban û Banista yên Avaşînê tevgera helîkopteran pêk hatin. Heman rojê 10:00-10:30’î jî qontara Girê Sor bi çekên giran hatiye bombekirin.

7’ê Tebaxê saet navbera 03:00-05:00’an gundên Hirorê, Derarê û Kêste yên girêdayî Kanî Masî ya Amêdiyê ji xetên sînor bi obus û hawanan hatiye bombekirin.”