Çalakiyên sekvaniyê yên gerîlayan

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya 3’yê Tîrmehê ango îro li dijî yekîneyên operasyonê ya li Xakurkê saet 00’10’ê çalakiyekek ya sekvaniyê kirine. HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

HPG’ê ev agahî parvekir: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 3’yê Tîrmehê ango îro saet 00:10’ê li dijî yekîneyên operasyona ya li herêma Xakurkê çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê, di çarçoveya heman pêngavê de 2’yê Tîrmehê saet 18:00’an li dijî leşkerên dagirker ên li Devera Qesranê ya dikeve di navbera navçeya Çelê û bajarê Colemêrgê de çalakiyeke ya sekvaniyê pêk anîne. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye kuştin.

Balafirên şer ên Tirk 2’yê Tîrmehê saet derdorî 13:30’î li gel Tepê Amêdiyê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihok û dever Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”