Çalakiyên protestoyî yên li Başûr û Rojhilat didomin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li başûr û rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî didomin.

Ji Pêncşemê ve li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hene. Li bajarê Sineyê komek ji parêzerên ser bi Sendîkaya Parêzeran bang li Neteweyên Yekbûyî û Komara Îslamî ya Îranê kirin ku êrîşên dagirker ên Tirk rawestînin.

Bi navê Kurdên Xorasanê daxuyaniyek hate weşandin, êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku li ber Konsolosxaneya Tirk li hev kom bibin.

Çalakiyên li Başûrê Kurdistanê jî didomin. Li gelek bajaran di nava du rojan de çalakî hatin kirin û wê li bajarê Helebçe, Kelar û Senagerê gel dakeve qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dijî dagirkeriyê bike.

Li Hewlêrê bi pêşengiya KNK'ê gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Hewlêrî li hev kom bûn û diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriyê çalakiyan bikin û li qada navneteweyî bikevin nava hewldanan. Li Silêmaniyeyê jî ji bo azadî û serketina Rojava li Parka Azadî nimêja înê wê bê kirin.