Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî: 11 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Her wiha derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li çiyayên Kurdistanê berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ku bi ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê li dijî dagirkeran dimeşînin, bi xurtî dewam dike. Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de careke din rê ji dagirkeran re nehate dayin; di çalakiyan de 11 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û derb li kepçeyekê hate xistin. Dagirkerên ku li hemberî berxwedana bi îradeya mezin a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê bi dest bixin, di serî de bikaranîna bombeya fosforê 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 9 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank, obus û hawanan bombe li Qadên Berxwedanê barandin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

13'ê Tîrmehê saet di 12:10'an de li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin.

13'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran xistin ku çeper çêdikir. Di encamê de derb li kepçeyê hate xistin û karê çêkirina çeperê hate rawestandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

9'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin, dagirkerek ceza kirin. Saet di 14:10'an de li heman qadê careke din li dagirkeran hate xistin û dagirkerekî din hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 09:00 de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

13'ê Tîrmehê saet di 09:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

13'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.

13'ê Tîrmehê danê nîvro li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê çalakî kirin, di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve biçin, tîmên me yên bi tevger bi bombeyan dest li dagirkeran werdan û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

13'ê Tîrmehê saet di 17:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer, bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 18:35'an û 14'ê Tîrmehê saet di 06:00 de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê du caran bi sûîqestê çalakî kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

14'ê Tîrmehê saet di 06.20'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

10, 11 û 12'ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi rengekî hovane li dijî tunelên şer çekên kîmyewî bi kar anî û teqînên gelekî mezin kir. Artêşa Tirk a namerd ku nikare berxwedana hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bişikîne, bombeya termobarîk li hemberî çeperên şer bi kar anî ku ev çek qedexe ye û dikeve ber sûcê şer.

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, di serî de bombeyên fosforê 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirin.

13'ê Tîrmehê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

13'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Werxelê 2 caran bi çekên kîmyewî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;

13 û 14'ê Tîrmehê danê sibehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Kela Çemço û Kurojahro geriyan.

13'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, girê Şehîd Heqî yê Xakurkê û qadên Saca, Sîda û Kela Çemço yên Zapê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Werxelê û Kurojahro 27 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

13'ê Tîrmehê qada Kela Çemço ya Zapê bi tankan bi dehan carî hate bombekirin.

13 û 14'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan bi dehan carî hatin bombekirin."