Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê dewam dikin: 10 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li navçeya Şaxê ya Wanê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 10 dagirker hatin cezakirin, wesayitek û stasyoneke bazê hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

6'ê Tebaxê saet di 05:00 de li navçeya Şaxê ya Wanê stasyoneke bazê ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şaminisê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin. Piştî çalakiyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi 2 wesayitan hatin qada çalakiyê û ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Wesayiteke bi tîpa Transît a dagirkeran a dihate kontrolkirin, 7'ê Tebaxê saet di 16:00 de bi rêbaza sabotajê hate îmhakirin û 10 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê yên li eyaleta Botanê, ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li dar xistin ku Cejna me ya Vejîna Neteweyî ye. Di vê çalakiyê de bi giştî 10 dagirker hatin cezakirin, wesayitek û stasyoneke bazê hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê, Zap û Avaşînê;

6'ê Tebaxê serê sibehê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan hate xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

7'ê Tebaxê saet di 11:00 de li herêma Zapê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Cîloyê Biçûk xistin. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.

8'ê Tebaxê saet di 10:00 de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan çeperan li qada Girê Sor çêbikin çalakî hate lidarxistin. Di encama destwerdana serketî ya hêzên me de dagirkeran dest ji çêkirina kozikan berdan û bi qedemekeyekê xwe vekişandin.

7'ê Tebaxê saet di navbera 22:15-03:40'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser Girê sor, Girê Spî, Tabûra Ereban, Girê Silêman û Mamreşo geriyan.

7'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-02:30'î de li herêma Avaşînê tunelê şer ê li qada Werxelê bi teqemeniyan û helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Saet di navbera 10:15 û 11:00 de tunelên şer ên li qada Girê Sor û quntara Girê Sor bi çekên giran hatin bombekirin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer. Liv û tevgera zêde ya Droneyan a li ser qadê dewam dike.

Di van êrişên artêşa Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye."