Çalakiyên gerîla didomin: 25 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla de 25 leşkerên Tirk ên dagirker bi taktîkên sabotaj, vedizîn (sizma), sûîqest û derblêdanê hatin cezakirin û 5 ji wan birîndar bûn. 1 kepçe hat derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:

“Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, bi taktîkên gerîla yên serdema nû li dijî dagirkeran bi awayekî pisporane bi kar tîne, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Di encama çalakiyên ku bi taktîkên sabotaj, vedizîn (sizma), sûîqest û derblêdanê hatine kirin de; 25 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn û kepçeyek jî hate derbkirin. Artêşa Tirk a faşîst a sûcê şer dike, 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 8 caran bi balafirên şer û 19 caran jî bi helîkopterên êrîşê qadên Berxwedanê bombebaran kir.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine lidarxistin û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

16’ê Tîrmehê saet 08:30’an de dagirkerên ku xwestin bi tank, kepçe û wesayîtên zirxî ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî hedef hatin girtin û 2 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê saet 07:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Ûmît ve bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 14’ê Tîrmehê de dagirkerên li Girê Şehîd Kamuran a herêma Şekîf ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin. Li vir 1 dagirker hat cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

16’ê Tîrmehê saet 13:50’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi taktîka sabotajê li kepçeyek a dagirkeran hate xistin û kepçe hat derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 15 û 16’ê Tîrmehê de dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê 5 caran hatin derbkirin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 15’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger a YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 6 dagirker hatin cezakirin.

Di 16’ê Tîrmehê saet 08:05’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teqemeniyan bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Di encama lêdanên bi bandor de teqemeniyên ku dagirkeran anîne teqiya û 3 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê saet 02:30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîkeke vedizînê ji du aliyan ve hatine hedefgirtin. Di encama çalakiya hêzên me de ya bi çekên ferdî û bombeyên destan kirin 6 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran miriyên xwe ji herêmê rakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 16’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li Şikefta Birîndara, Werxelê, Şehîd Umît û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Hat tespîtkirin ku ji madeyên kîmyewî yên tên bikaranîn dûmanên qehweyî û reş ên tund derdixin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer;

Di 16’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tevgera balafirê bê mirov pêk hat.

Di 16’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Çemço, Girê Amediyê û bejahiya gundê Şelazê yên herêma Metîna û Girê Çarçêl 8 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

Di 16’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM 19 caran ji aliyê helîkopteran ve hatin bombekirin.”