Çalakiyên bi çekên giran psîkolojiya dagirkeran xera kiriye

Gerîlayên YJA Starê Sorxwîn Serhad û Stêra Ararat destnîşan kir ku çalakiyên bi çekên hawanê dikin, psîkolojiya leşkerên Tirk ser û bin kiriye.

Di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de kuk 17'ê Nîsana 2022'an li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê gelek çalakiyên xurt lê xistin ku artêşa Tirk a dagirker şoq kirin.

Bi taybetî ji roja destpêkê ya şerê li Zapê û vir ve li girên ku leşkerên Tirk dixwazin dagir bikin, çalakiyên tîmên çekên giran ên YJA Starê hewldanên dagirkeriyê di asteke girîng de asteng kirin.

Gerîlayên YJA Starê Sorxwîn Serhad û Stêra Ararat anîn ziman ku li her girê ku artêşa dagirker hewl da lê bi cih bibe wan çalakî kirin û bi taybetî çalakiyên bi çeka hawanê hatin kirin, psîkoolojiya leşkerên Tirk ser û bin kiriye.

HESABÊ WAN Ê LI SER ZAPÊ BI CIH NEHATIN

Yek ji detayên girîng ên şerê li qada Zapê ew e ku gerîla di her taktîkê de hunera xwe nîşan dane. Armanca leşkerên Tirk ku bi êrîşa dagirkeriyê re hewl dide bikeve herêma Zapê, bi bikaranîna teknolojiyê derfetên liv û tevgerê yên gerîla ji holê rake.

Lê belê hesabên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Zapê bi cih nehatin.

Di serî de çalakiyên bi çekên giran, di çalakiyên gerîla yên ji roja destpêkê ve li dijî artêşa dagirker lidar dixin, gelek dagirker hatin kuştin. Mîna ku gerîlaya YJA Starê Sorxwîn got, "Hatina Zapê dibe, lê derketina ji Zapê wê hêsan nebe."