Çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê didome

Çalakiya nobetê ya ku Meclîsa Dayikên Aştiyê bi dirûşmeya “Ji şer re na, a niha aştî” dayî destpêkirin, tevî êrîş, zext û binçavkirinan didome.

DAYIKÊN AŞTIYÊ

Çalakiya nobetê ya ku endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşmeya “Ji şer re na, a niha aştî” daye destpêkirin didome. Tevî êriş, derb û binçavkirinan jî dayikan paşvegav neavêtin û çalakiya xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Tilqebînê didomînin.

Leşkeran, di tevahiya şevê de avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin dayik pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêşwazî bikin. Di saetên şevê de hewa sar bû û dayikan xwestin bi betaniyeyan xwe germ bikin lê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran, betaniyeyên dayikan jê standin û avêtin çopê. Leşkeran pêşiya wesayîta Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu girtin û xwestin tê de lêgerînê bikin. Li ser vê yekê rageşî derket.

Dayikan bangî leşkeran kirin û gotin: “Hûn betaniyeyên me nedin jî dê nobeta me bidome. Ji bo aştiyê çi hewce bike em ê bikin.”