Çalakiya nobedê ya Şengalê ya ji bo Asayîşa Êzidxanê didome

Çalekiya nobedê ya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 32’yan de didome.

Çalakiya nobedê ya ku welatiyên Şengalê li dijî peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê û bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûma “Em hemû asayiş in” dayîn destpêkirin di roja xwe ya 32’ yan de ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Endamê Meclîsa Şengalê Rizgo Xelef derbarê çalakiyê de ji Rojnewsê re axivî û got;”Heta ku dewleta Iraqê hebûna Êzidiya nas neke, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Divê civaka Êzidî ji bo hebûna xwe bibin tifaq û yekîtiya xwe çêbikin.”