Çalakiya Nasir Yagiz didome

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê didome. Nasir Yagiz 63 roj in di greva birçîbûnê de ye û tendirustiya wî jî giran dibe.

HEWLÊR

Bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê di 21’ê Mijdara 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ev çalakî kete roja 63’an.

Îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê koma 32’emîn ev çalakî wergirt.

Ji roja destpêkirina çalakiyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz di çalakiyê de ye. Tendirustiya Yagiz hatiye asta krîtîk. Yagiz diyar dike ku tansiyon û serêş pê re çêbûye lê ew ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomîne.

Nûnerê HDP’ê Abîd Îke got ku, “Rewşa Leyla Guven û ya Nasir Yagiz di asteke krîtîk de ye. Me xwest ji bo şikandina tecrîdê li Hewlêrê em kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin lê rêveberiya Hewlêrê destûra vî tiştî neda. Ev rewş nayê qebûlkirin.”

MEXMÛR

Zarokên li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nameyek ji endamê HDP’ê Nasir Yagiz re şandin.

Yagiz derbarê nameyê got ku, “Nameya zarokan ez gelekî kêfxweş kirim. Peyama zarokan diyar dike ku feraseta dagirkeran nikare bandorê li ser zarokên me bike. Ez sozê didim zarokan, heta ku Rêbertî azad bibe, ew ê çalakiyên me bidomin.”