Çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir di roja 60’an de ye

Nasir Yagiz ê ku ev 60 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, rewşa tenduristiya wî her diçe xirabtir dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 60 roj li pey xwe hişt. Her ku diçe tendirustiya wî xerab dibe.

Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 21'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Nasir Yagizê ku 60 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, heya niha 10 kîlo kêm kiriye, pirsgirêka wî ya mîde, serêşî, gêjbûn û tansiyonê heye. Yagiz niha êdî di vexwarinan de jî zehmetî dikişîne.

Nasir Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe didome.