Yagiz: Ez ê greva birçîbûnê bidomînim

Nasir Yagiz ku 54 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, diyar kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê ji aliyê Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ve dest pê kir, di roja 54'an de ye. Rewşa tenduristiyê ya endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, nebaş dibe. Yagiz ji Rojnewsê re axivî û got, heta ku tecrîdkirina Ocalan bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.

Yagiz bang li saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê kir û got, "Ji bo rakirina tecrîdê bila hewl bidin. Zêdeyî 3 sal in Ocalan bi rengekî giran tecrîdkirî ye."

Yagiz diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe û got, "Bedena min roj bi roj hinekî din qels dibe. Lê belê ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Yagiz got, "Ji bo tenduristiya Abdullah Ocalan divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenterên HDP'ê yên girtî ne, divê werin berdan."