Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 18'an de ye
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê 18 roj li pey xwe hişt.
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê 18 roj li pey xwe hişt.
Li wargeha penaberan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike.
Çalakiyê îro 18 roj li pey xwe hişt. Şêniyên wargehê ji bo piştgirî û moral dayîna çalakgeran bi awayek girseyî serdana Saziya Malbatên Şehîdan a ku çalakî lê tê meşandin, kirin.