Çalakiya 'edaletê' ya malbata Şenyaşar di roja 18'an de ye

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar roja 18'an a çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" li ber Gola Masiyan, dewam kir.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an hevserê wê Haci Esvet û zarokên wê Celal Adil Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Fadil piştî bûyerê hate girtin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribû. Çalakî di roja 18'an de ye.

Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê serdana Gola Masiyan ku Hz. Îbrahîm li wir avêtibûn nava êgir û daxwaza "edaletê" kirin.

Ji hesabê medya dîjîtal a malbatê ev peyam hate parvekirin, "Li warê Hz. Îbrahîm, ji bo xwe biavêje hembêza edaleta xwedê, me dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Tevî astengiyan jî em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Daxwaza me ya edaletê di roja 18'an de ye."

Malbat piştî serdanê hate ber Edliyeya Rihayê û xwest bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bike. Ji bo hevdîtina saet 16'an malbat li avahiya edliyeyê ye.