Çalakî û şerê li ser sînorê Çelê dewam dikin

Hêzên gerîla, li dijî arêşa Tirk ku hewl da ji Çelê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji duh êvarê û vir ve çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 16 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê şer dişopînin ve hatin ragihandin;

Roja 18'ê Hezîranê, saet di 17:00 de çalakiyên gerîla dest pê kirin û heta danê sibehê dewam kirin. Duh êvarê li dora Qela Bedewe çalakiyek hate lidarxistin û leşkerek hate kuştin. Piştî vê çalakiyê, leşker ketin herêma ku xefikên ji teqemeniyan lê hatiye danîn. Li vir jî leşkerek mir.

Piştî van çalakiyan, gerîlayan xwe nêzî Qela Bedewe kirin, dor li leşkerên Tirk girtin û lê dan. Li vê derê, herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Saet di 18:30 de tîmeke din a gerîla xwe gihand Qela Bedewe û li leşkeran da. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, lê dibe ku ev hejmar zêdetir be.

ÇALAKIYAN ÎRO JÎ DEWAM KIRIN

Hêzên gerîla, danê vê sibehê jî li herêmê çalakiyên xwe dewam kirin. Saet di 07:30 de, li cihekî nêzî Geliyê Sipe çalakî hate kirin û 7 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Wekî din, di navbera saet 07:30-09:30 de, gerîlayên li herêma Mûnzûrê çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Qereolên li ser sînorê Çelê ne, bombeyan li herêmê dibarînin. Ji saet 07:30 û ir ve jî balafirên şer ên artêşa Tirk di nava liv û tevgerê de ne.