Çalakgerên wargeha Mexmûrê: Armanca me azadiya Rêberê me ye

Çalakgerên greva birçîbûnê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî diyar kirin ku armanca çalakiya wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heta vê armanca xwe pêk bînin wê li ber xwe bidin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ji aliyê Meclîsa Îştar ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan di 18'ê Kanûna 2020'î de dest pê kir, dewam dike. Îro bi merasîmekê, koma 9'an çalakî dewr girt.

Li ser navê koma 8'an çalakvanên bi navê Elî Ûrek û Huseyîn Seyhan ji ANF'ê re axivîn.

Elî Ûrek bi bîr xist ku di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' gelek çalakî hatin lidarxistin û got, "Hevalên me yên di girtîgehan de bi greva birçîbûnê tevlî vê pêngavê bûn. Piştî demekê weke wargeh ji bo piştgirîdayîn û bilindkirina vê çalakiyê me dest bi greva birçîbûnê kir. Em bi vê çalakiyê dixwazin azadiya Rêbertî misoger bikin. Ji bo hevalên xwe yên koma 9'an jî serketinê dixwazim."

Huseyîn Seyhan jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi rêya vê çalakiyê Rêberê xwe azad bikin.