Şêniyên başûr: Qendîl dergûşa Kurdistanê ye

"Dewleta dagirker qala ketina Qendîlê dike. Lê belê wê nikaribin tiştekî wiha bikin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê berde ji gerîla ew ji meqaba lingê wan jî ditirse. Lewma wê di xewna xwe de jî nekarin bikevin Qendîlê."

Li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê, li Qendîlê meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya ciwanên Mertalên Zindî pêk hat.

Girseya gel bê navber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Ey dijmin baş bizane Qendîl xeta sor e ya me ye' û 'Eger hewldanên dewleta dagirker ên ketina Kurdistanê hebe, bê guman em ê jî li gel gerîla li gel ciwanên xwe têbikoşin' qîriya.

'QENDÎL DERGÛŞA TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'

Dayika bi navê Kurdistan Helo Xerîb li ser armanca çalakiya xwe got, "Em hatine ji bo ji tevahiya cîhanê re diyar bikin ku Qendîl dergûşa tevahiya Kurdistanê ye û heta Kurdekî bi tenê hebe, wê Kurdistan hebe. Dewleta Tirk wê ti carî nikaribe were ser axa Kurdistanê. Xeyalên wan vala ne. Pêwîste tevahiya gelê Kurd xwedî helwest be. Divê gelê Başûrê Kurdistanê were Qendîlê û piştevaniya Qendîl û gerîla bike."

'JI MEQABA GERÎLA DITIRSIN, XEWNAN DIBÎNIN'

Jina bi navê Zehra Ehme ku ji Silêmaniyê beşdarî meşa  piştgiriya Qendîlê bûye, ev nirxandin kir; "Em hatine ji bo dilsoziya xwe ya ji bo welatê xwe û Qendîlê nîşan bidin. Em ê ti carî nehêlin ku destên qirêj ên dagirkeran li xaka Başûr Kurdistanê bikevin. Dewleta dagirker qala ketina Qendîlê dike. Lê belê wê nikaribin tiştekî wiha bikin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê berde ji gerîla ew ji meqaba lingê wan jî ditirse. Lewma wê di xewna xwe de jî nekarin bikevin Qendîlê. Ji bo gel itirsînin rojevên wiha çêdikin. Eger hewldanên dewleta dagirker ên ketina Kurdistanê hebe jî, bêguman em ê jî li gel gerîla, li gel ciwanên xwe têbikoşîn."

'QENDÎL XETA ME YA SOR E'

Jina bi navê Çinûr a ji Pencewînê jî li dijî dagirkeriyê helwesta xwe bi van gotinan anî ziman; "Dewleta dagirker feraset û  dijberiya xwe ya li beramberî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê û Efrînê, çawa nîşan da, îro jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê heman helwesta dagirkeriyê nîşan bide. Lê çawa li çar perçeyên Kurdistanê li beramberî vîna gelê Kurd bê çare ma û nekarî bi me, wê li Qendîlê û Başurê Kurdistanê ji nikaribe bi me."

Çinûr di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûr kir û got; "Qendîl xeta me ya sor e. Dagirkerên faşîst bila vê baş zanibin. Bi vê dirûşmê ez bang li tevayî gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku li dijî dagirkeriyê serî rakin û bi yek dengî vê dagirkeriyê şermezar bikin."

Ciwanê bi navê Balamer Mihemed jî bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û got; "Îro armanca hatina me ya li Qendîlê ew e ku em ji Erdogan re bêjin 'tu yê ti carî nikaribe bikeve Başûrê Kurdistanê. Ji bo vê jî divê em ciwanên Başûrê Kurdistanê bi hêza xwe bawer bin û ti carî serê xwe li ber dagirkeran netewînin."