8 girtiyên li girtîgehên Amedê hatin sirgûnkirin

8 girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 1'ê û Tîpa D a Amedê ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.

Li gorî agahiyan ji Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê û Tîpa D ya Amedê gelek girtî ji bo girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ragihand ku di 30'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de 8 girtî ji girtîgehên li Edene, Kirikkale û Xarpêtê hatin sirgûnkirin.

Ji girtiyan Ferhat Kaya û bdulsîttar Ozer ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Ahmet Kaya ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kurkçukler a Edeneyê, Emrah Dûrmaz û Tarik Aslan ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Kendal Barût ji Girtîgeha Tîpa D Amedê ber bi Girtîgeha Xarpêtê, Cengîz Kazici û Firat ê paşnavê wî nehat zanîn ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ber bi girtîgehên Edene û Kirikkaleyê hatin sirgûnkirin.

Hate ragihandin ku hejmara girtiyên ji girtîgeha Amedê ber bi girtîgehên cuda ve bên sirgûnkirin dikare zêde bibe.