60 şervanên din tevlî nava refên YBŞ'ê bûn

Tevlîbûna li nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dewam dikin. 60 şervanên din perwerdeya xwe qedandin û dest bi wezîfeyê kirin.

60 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), dewreya xwe ya perwerdeyê ya Şehîd Hejar qedandin û dest bi wezîfeyê kirin. Di merasîma mezûniyetê de malbatên şehîdan, şervan û fermandarên YBŞ/YJŞ û gelek mirovên Şengalî amade bûn.

Ji fermandarên YJŞ'ê Axîn Şengalî li merasîmê axivî û got, "Ev dewreya ku bi navê Şehîd Hejar perwerde dît, ji bo azadiya civaka Êzidî tevlî nava refên têkoşînê dibe. Sala 2018'an gelek tişt ji me tên xwestin. Beriya her tiştî divê em fikrê Rêber Apo bi wesîleya vê perwerdeyê di jiyana xwe de bi cih bînin û bikin ku gelê me jî bi ronahiya vî fîkrî li ser rêya rast bimeşe. Em neçar in nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku tevî gelek fermanan jî Êzidî li ser piyan e û têkoşin."

Bavê Şehîd Hejar Şengalî jî li merasîmê axivî û got, "Şervanên YBŞ'ê şervanên tevahiya civaka Êzidî ne û yekane ewlekariya civaka Êzidî ye." Bav Şengalî sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelan pîroz kir.

Çalakiya şervanan bi gerandina govendê qediya.