6 kesên li Wanê hatibûn destgîrkirin hatin girtin

6 kesên li Wanê ji ber bûyera çend roj berê hatibûn destgîrkirin hatin girtin.

Polîsên Tirk çar roj berê avêtibûn ser maleke li kolana Eres a taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê û di operasyonê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji polîsên ku di bûyerê de birîndar bûn, yek doh li nexweşxaneyê miribû.

6 KES HATIN GIRTIN

Yek jê zarokekî 15 salî, 6 kes hatibûn destgîrkirin. Abdulbakî, Ayhan, Ayfer, Fettûllah Şahîn ên ji malbatekê û Dîlan Gorur û Şehrîban Mamûk piştî 4 rojan derketin pêşberî dozgeriyê. Her şeş kes bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin.