58 cenaze radestî malbata nakin!
58 cenazeyên li Nisêbînê, hê jî nadin malbatan.
58 cenazeyên li Nisêbînê, hê jî nadin malbatan.
Tevî ku di ser 'qedexeya derketina derve' ya Nisêbînê re 9 meh derbas bûne, bi dehan cenazeyên kesên li navçeyê jiyana xwe ji dest dan, hê radestî malbatan nehatine kirin. Piştî 'qedexeyê' ku di 25'ê Tîrmeha 2016'an de bi rengekî qismî hat rakirin, malbatên 83 kesan ji bo rakirina cenazeyên xwe serî li Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê dan.
Li gorî xwîna ji malbatan hate girtin, 26 cenaze hatin teşxîskirin û radestî malbatan hatin kirin. Tevî serlêdana malbatan jî 58 cenaze hê nehatine teşxîskirin. Ji van cenazeyan 23 li Rihayê, 21 li Mêrdînê û 6 jî li Amedê li goristana bêkesan hatin veşartin. 8 cenaze jî li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ne.
25 cenazeyên hatin teşxîskirin û radestî malbatan hatin kirin ev in: Sedat kaya, Necmettin Dogan, Ayşe Karaca, Kajîn Akçelik, Metin Ak, Emine Yaprak, Ali Aydemir, Ramazan Baloş, Omer Kizgin, Yunus Aybak, Huseyin Sakin, Mehmet Nasip Erdem, Sidar Ziyanek, Zamanî Çomak, Bariş Erdem, Kamîl Kavak, Sabir Karakaya, Mehmet Şirin Saşmaz, Mehmet Pitik, Ozgur Yildirim, Şiyar Tarlak, Yunus Eliş, Mervan Baran, Zeki Adiyekem.