5 rojnamevan 7 roj in bi kêfî destgîrkirî ne

Di xwepêşandanên protestokirina qeyûman a li Mêrdînê de 5 rojnamevanên hatibûn destgîrkirin, hefteyeke bi kêfî tên ragirtin.

Di xwepêşandanên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredara Mêrdînê de 5 rojnamevan ên çalakî dişopandin hatibûn destgîrkirin.

Li gel nûçegihanên Ajansa Mezopotanya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegihana JinNews Rojda Aydin, rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak 7 roj in li Şaxa TEM’ê ya Miduryeta Emniyetê ya bajar tê ragirtin.

Destgîrkirina bi kêfî, 4 roj in tên dirêjkirin û wê roja Sêşemê ev bidawî bibe.

Li gorî nûçeya Mezopotamyayê rojnamevanên hatine destgîrkirin, bi rêya parêzeran ev peyam dane.

Di dema şopandina xwepêşandanên li dijî qeyûman de em hatine destgîrkirin. Îro bû 7 roj girtî ne. Em di ferqê dene bê ka ji bo çi em hatine destgîrkirin. Bi temamî ji bo pêkanînên qeyûman ên kifş bûne hê zêdetir neyên tehşîrkirin, li ser biryarên kêfî hatine destgîrkirin. Rewşa me baş e, em di ferqa piştevaniya hevrêyên xwe yên çapemenî û hempîşeyên xwe de ne. Spasiya her kesê dikin. Em ji bo her kesî spasdar in. Her wiha her ku em di binçavan de ne û gelek hempîşeyên me girtî ne, hûn yên li derve jî bi gotina we ya #1haberdeonlariçin (#Nûçeyekjibowanjî) dewamkirina xebatê dê me gelek şanaz bike. Em bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebin.”