5 kesên bi wesayita zirxî hatin kuştin, hatin veşartin
5 kesên li Licê ji aliyê wesayita zirxî ya leşkerî ve hatin kuştin, li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin.
5 kesên li Licê ji aliyê wesayita zirxî ya leşkerî ve hatin kuştin, li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin.
Li ser rêya Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê, duh wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya leşkerî li wesayiteke sivîlan qelibî û 5 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.
Cenazeyên Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynel Demîrbaş (76), duh danê êvarê li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin.