5 karkerên ji Mexmûrê hatin destgîrkirin
5 karkerên ji Mexmûrê ji aliyê hêzên rejîma Iraqê ve hatine destgîrkirin.
5 karkerên ji Mexmûrê ji aliyê hêzên rejîma Iraqê ve hatine destgîrkirin.
5 karkerên ku ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dema ji bo xebatê diçûn Bexdayê hatin destgîrkirin. Goran, Mazlîm, Cûma û Amed Yildiztan ên ku birayên hev in û Rêber Talî li ser benda kontrolê ya li ser rêya Basra-Bexdayê ji aliyê hêzên asayîşa rejîma Iraqê hatin destgîrkirin.
Sûltan Yildiztan a ku dayika 4 karkeran e got “Hêzên asayîşê ji parêzeran re gotine, ji ber ku karker ji Mexmûrê ne hatine destgîrkirin. Ez dixwazim zarokên min werin berdan.”
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku bi qasî 100 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye û girêdayî Mûsûlê ye, ev salek e di bin ambargoyê de ye.
Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an û heta niha ketin û derketina ji kampê hatiye qedexekirin. Gelê Mexmûrê ji ber qedexeyê nikarin biçin herêma Kurdistanê û ji bo debara xwe diçin li bajarên Iraqê dixebitin.