5 endamên Egîtîm-Senê li Wanê hatin binçavkirin
Li Wanê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 5 endamên Egîtîm-Senê binçav kirin.
Li Wanê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 5 endamên Egîtîm-Senê binçav kirin.
Serdegirtin danê sibehê hate kirin û 5 endamên Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) hatin binçavkirin.
Şakîr Kalay, Mehmet Garîp Yavîç, Mûrat Başkara, Abdulmecît Karaçelîk û Ferhan Aslan ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Şûbeya TEM'ê.
Li gorî agahiyan, biryara nepenîtiyê li ser dosya her pênc endamên Egîtîm-Senê hatiye dayin.