4 şehîdên nemir ên berxwedana 14'ê Tîrmehê

Di berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmeha 1982'an de ku gelê Kurd jê re 'Roja Rûmetê' dibêje, kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz şehîd bûn.

Piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê, zindana Amedê ji aliyekî ve bû ew cih ku ji bo tunekirina hêviya azadiyê ya gelê Kurd bi her cûreyî hovîtî lê hate kirin, li aliyê din jî weke navê berxwedanê ya bi pêşengiya kadroyên PKK'ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Li zindana Amedê di 21'ê Adara 1982'an de Mazlûm Dogan li dijî zilmê got, 'Newroz bêyî dadana agir nayê pîrozkirin' û sê derbikên niftikê vêxist û şehîd bû. Bi şehadeta wî re agirê berxwedanê bêhtir gur bû.

Di 17 û 18'ê Gulana 1982'an de jî Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn şehîd bûn ku çalakiya wan weke 'Şeva Çaran' cihê xwe di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de girt. Di havîna heman salê de kadroyên pêşeng ên PKK'ê li dijî her cûre kiryarên li hemberî mirovahiyê û zextên ji bo teslîmgirtinê, her wiha li dijî astengkirina mafê parastinê yê girtiyên PKK'î vê carê biryar li ser çalakiyeke hîn mezintir dan.

14'ê Tîrmeha 1982'an de Mehmet Hayrî Dûrmûş li girtîgehê ragihand ku ji bo bidawîkirina êşkence, zext û kiryarên xerab, ji bo dayina mafê parastinê ya bi rengekî azad dest bi Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin dike. Piştre komek ji hevalên wî jî mafê axaftinê wergirtin û diyar kirin ku wê tevlî vê çalakiyê bibin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de çar kesayetên xwe şehîd da.

Çîroka jiyan û têkoşîna her çar şoreşgeran wiha ye:

MEHMET HAYRÎ DÛRMÛŞ: ALA BERXWEDANÊ HILDA

Mehmet Hayrî Dûrmûş sala 1955'an li gundê Qumikê yê navçeya Gexî ya Çewlikê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse bi rengekî serketî qedand. Xeyala herî mezin a malbata wî ew bû ku bixwîne û bibe doktor. Di ezmûnên ji bo hilbijartina zanîngehê de beşa Tipê qezenç kir û qeyda xwe li Fakulteya Tipê ya Hacettepe ya Enqereyê kir.

Di dema xwendina zanîngehê de li ser Marksîzm, Lenînîzm û pirsgirêkên neteweyî yên gelê Kurd lêkolîn kir. Ber bi dawiya salên 1975'an, tevger nas kir ku wê piştre navê wê bibûya PKK. M. Hayrî Dûrmûş di pola sêyemîn de zanîngeh terikand û şoreşgeriya profesyonel hilbijart. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, dilnizmî û xurtbûna xwe ya îdeolojîk dihate naskirin.

Wê li Çewlik, Amed, Riha û Mêrdînê karê rêxistinê kir. 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê Licê di civîna damezrandina PKK'ê de ji bo avakirina pêşnûmeya bernameyê, M. Hayrî Dûrmûş bi roleke girîng rabû.

Payîza 1979'an dema ku li Qoserê dîl kete destê dewleta Tirk, li hemberî her cûre rêbazên bêrehm ên êşkencekaran, sekneke şoreşgerî nîşan da.  Piştî pêkhatina darbeya faşîst a 12'ê Îlonê, bû yek ji kadroyên destpêkê yê PKK'ê ku cûntakar bi ser wan ve çûn. Di Adara 1981'ê de li dijî kiryarên hovane yên li zindanê, yek ji berxwedêrên destpêkê bû ku çalakiya rojiya mirinê ya destpêkê da destpêkirin û 44 rojan dewam kir.

14'ê Tîrmeha 1982'an li dadgehê bi israr mafê axaftinê wergirt û biryara xwe ya li ser destpêkirina Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin eşkere kir. M. Hayrî Dûrmûş wê rojê ev gotinên dîrokî anî ziman: "Li girtîgehê zilm û êşkence gihîştiye asta herî bilind. Êrîş li ser jiyana me hate kirin, mirov hatin qetilkirin, bi sedan mirov seqet hatin hiştin. Ji bo mirovên dixwazin nirx û fikrê xwe biparêzin rê nema. Destûr nayê dayin ku parêzname bêne amadekirin. Dadgeh van bûyeran ji nedîtî ve tên. Ti wateya jiyana di bin êşkenceyê de nemaye. Ji bo şermezarkirina van zextan ji vê kêliyê û pê ve dest bi rojiya mirinê dikim. Eger bi mirina xwe ez ê berxwedanê bilind bikim, wê demê ji bo gel û partiya xwe ez ê bextiyar bim."

Mehmet Hayrî Dûrmûş tevî fedakariya bi her awayî û keda mezin a ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wiha gotibû, "Hem beriya girtina xwe, hem jî piştî girtinê, min nekarî wezîfeyên xwe yên partiyê bi temamî pêk bînim, lewma bila li ser gora min binivîsînin ku deyndar im." Mehmet Hayrî Dûrmûş ku bi van gotinan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de nemir bû, di roja 61'emîn a berxwedanê de şehîd ket.

KEMAL PÎR: RUHÊ ENTERASYONALÎZMA ŞOREŞGER

Li navçeya Torûl a Gumuşhaneyê li nava malbateke xizan a li gundê Guzelolûkê di sala 1952'an de ji dayik bû. Piştî ku dibistanên seretayî û navîn li warê xwe temam kir, malbata wî ji bo xwendina lîseyê ew şand Ordûyê. Armanca herî mezin a malbata wî xwendina Kemal Pîr bû. Kemal Pîr di nava şert û mercên şoreşgerî yên nifşê 68'an de li Ordûyê Hakî Karer nas kir. Tevî ku Hakî Karer bi çend polan li pêş wî jî bû hevaltiya wan herduyan heta Enqereyê dewam kir.

Kemal Pîr sala 1970'î li Zanîngeha Enqereyê dest bi Fakulteya Ziman û Dîrok Cografyayê kir. Vê demê bala wî çû ser fikrên Marksîst-Lenînîst. Piştre jî wê demê tevî Hakî Karer li Enqereyê li mala ku lê diman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Piştî axaftina ji nîv saetê ya wan herduyan, Kemal Pîr biryar da ku tevlî nava komê bibe.

Kemal Pîr bi ruhê enternasyonalîst şoreşger nêzî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bû û di nava salên 1970'î de di çarçoveya biryara vegera li Kurdistanê ya komê de pêşengî ji karên rêxistinî yên li Dersim, Dîlok, Hîlwan-Sêwerek û Amedê re kir. Bi mirovên pê re diaxivî bandoreke mezin dikir. Kemal Pîr piştre bi vî rengî qala wan salên zehmet dikir: "Me hewl dida qanih bikin. Bi 3 saetan qanih dibû hingî 3 saet, bi 300 saetan qanih bibe hingî em 300 saetî pê re mijûl dibûn."

Kemal Pîr cara yekê di sala 1976'an de ji bo tevlî civîna li Tûzlûçayirê bibe dîl kete destê dewleta Tirk. Li ser Kemal Pîr çek hate girtin. Piştî ku tevgerê hin têkilî xiste dewrê, destpêkê ew birin Girtîgeha Kizilcahamamê û piştre jî şandin Girtîgeha Ûlûbeyê. Kemal Pîr li vê derê di nava hefteyekê de bandor li gardiyanan kir û cara destpêkê ji girtîgehê reviya. Cara duyemîn a reva ji girtîgehê jî sala 1978'an piştî ku dîl hate girtin li Girtîgeha Rihayê di havîna sala 1979'an de kir. Kemal Pîr li vê derê jî tevî girtiyên edlî yên ku bi rêxistin kir, planeke serketî ya revê pêk anî.

Di sala 1979'an de di çarçoveya taktîka PKK'ê ya vekişandina kadroyên xwe li derveyî welat, Kemal Pîr jî çû kampên li Fîlîstîn-Lubnanê. Tevlî karên perwerdekirina siyasî û leşkerî ya milîtanên destpêkê yên tevgerê bû û piştre ji bo amadekariyên têkoşîna çekdarî vegeriya Kurdistanê. Lê belê di payîza sala 1980'î de li ser rêya Êlih-Sasonê dîl kete destê dewleta Tirk û mîna hevrêyên xwe ew jî birin zindana Amedê.

Li zindana Amedê bi helwesta şoreşgerî ya li hemberî êşkenceya giran û kiryarên hovane, kir ku daxwaz û hêviya cûntaya faşîst a ji bo qedandina PKK'ê û hêviya azadiyê ya gelê Kurd, di ber de bimîne. Piştî ku Hayrî Dûrmûş 14'ê Tîrmeha 1982'an de çalakiya rojiya mirinê ya mezin da destpêkirin, Kemal Pîr mafê axaftinê wergirt û got, "Ez jî dest bi rojiya mirinê dikim. Mîna ku hevalê Alî Çîçek got, PKK'ê berxwedan hînî me kir, ne teslîmiyet."

Kemal Pîr ku di roja 50'emîn a berxwedanê de roniya çavê xwe bi temamî winda kir, rêveberên cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê ji wî re wiha gotin: "Kemal dest ji vê rojiya mirinê berde. Binere tu nema dibîne, sibe tu yê felç bibe, piştre jî tu yê bimire. Ti tişt ne hêja ye ku mirov di ber de bimire, divê mirov her tiştî bijî." Kemal Pîr jî li hemberî van gotinan, wiha got: "Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku di berdêla wê de canê xwe didin." Kemal Pîr di 7'ê Îlona 1982'an de di roja 55'an a berxwedanê de şehîd bû.

AKÎF YILMAZ: SEMBOLA FEDAKARIYÊ

Akîf Yilmaz sala 1956'an li gundê Beşîktaşê yê Erdexanê ji dayik bû. Akîf Yilmaz ku ji malbateke xizan bû, neçar ma ku xwedina xwe ya lîseyê nîvco bihêle û bixebite. Dema ku li metropolên Tirkiyeyê kar dikir têkoşîna çînî û şoreşgerî nas kir. Sala 1976'an tevlî nava refên tevgerê bû. Gava ku li Qersê karê tevgerê dikir ji ber ku kifş çû derbasî Amedê bû û li vir jî bi rêbaza îllegal karên rêxistinî kir.

Akîf Yilmaz dema ku li Amedê di nava komîteya herêmî de cih digirt, gelek çalakiyên serketî kir. Bi fedakarî û sekna xwe ya milîtanî her tim li pêş bû. Beriya darbeya 12'ê Îlonê di operasyonên hêzên dewleta Tirk de yên li dijî tevgerê hate destgîrkirin. Piştî lêpirsîna 15 rojan hate girtin û ew xistin Koxûşa 35'an a li zindana Amedê. Mîna hevalên xwe wî jî serê xwe li ber êşkenceyê netewand.

Akîf Yilmaz 14'ê Tîrmeha 1982'an de ji hevalên xwe yên ji dadgehê vegeriyan bihîst ku berxwedan hatiye destpêkirin. Bêyî teredût bike bang li gardiyan kir û jê re got ku ew jî tevlî çalakiyê bûye. Akîf Yilmaz bi biryardarî çalakiya rojiya mirinê dewam kir û li nexweşxaneya ku ew rakirin wir, tedawî qebûl nekir. Piştî çend rojan di roja 63'an a çalakiyê de di 15'ê Îlona 1982'an de şehîd bû.

ALÎ ÇÎÇEK: STÊRKA SOR A KURDISTANÊ

Alî Çîçek li navçeya Hîlwanê ya Rihayê di sala 1961'ê de li nava malbateke xizan ji dayik bû. Di salên 1970'î de ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Hîlwanê dest bi rêxistiniyê kir, li gel temenê xwe yê ciwan bêyî dudiliyê tevlî nava refên têkoşînê bû. Di plana revê ya Kemal Pîr a ji Girtîgeha Rihayê de bi roleke krîtîk rabû. Piştî reva Kemal Pîr ji bo bi selametî derkeve derveyî Rihayê, wî rêbertî jê re kir.

Sala 1980'î dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li Rihayê li ser tevgerê giran bû, di dema çalakiya cezakirina sîxurekî de dîl hate girtin. Piştî 65 rojên nezaretxaneyê ku bi her awayî êşkence lê hate kirin, ew birin zindana Amedê. Alî Çîçek cihê xwe di nava berxwedana li zindanê jî girt û 14'ê Tîrmehê piştî ku M. Hayrî Dûrmûş li dadgehê Rojiya Mirinê ya Mezin ragihand, wî jî mafê axaftinê girt û eşkere kir ku ew jî tevlî vê çalakiyê dibe.

14'ê Tîrmeha 1982'an wiha axivî: "PKK'ê berxwedan hînî me kir, ne teslîmiyet. Em ê li ber xwe bidin." Bi vê gotinê helwest li gorî ruhê Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan da. Alî Çîçek di roja 65'an a berxwedanê de şehîd bû. Ew bi ciwantî û kelecana xwe ji aliyê hevrêyên xwe yên li zindanê ve weke 'Stêrka Sor' hate pênasekirin û bi vî rengî navê xwe li dîroka nêz a Kurdistanê nivîsand.