4 partiyên başûrî bi hev re li ber peymana Rosneftê rabûn

4 partiyên siyasî yên li parlamenta Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî peymana PDK'ê ya bi Rosneftê dan, ku bêyî parlamentê ev peyman îmze kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û heyeta pê re, roja 2'ê Hezîranê li St. Petersbûrgê, bi şîrketa enerjiyê ya Rûs Rosneftê re peymaneke petrolê ya ji bo 20 salan îmze kir. Partiyên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Tegear Îslamî û Yekîtiya Îslamî daxuyaniyeke hevpar weşandin û nerazîbûn nîşanî vê peymanê dan, ku li ser navê Hikumeta Herêma Kurdistanê bêyî erêkirina parlamentê bi şîrketa enerjiyê ya Rûs re hatiye îmzekirin.

'DAXUYANÎ CIHÊ GUMANAN E'

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, krîz, bêkarî û xizaniya li Başûrê Kurdistanê êdî bi hatineya ji petrolê jî nema dikare ji holê bê rakirin û hat gotin, "Peymanên li ser petrolê, siberoja Herêma Kurdistanê dixe nava rewşeke xetere. Eger pêşî li van peymanan neyê girtin, li şûna serxwebûnê wê Herêma Kurdistanê bikeve nava krîzeke mezin a aborî û siyasî."

Her çar partiyên navborî ragihandin, daxuyaniya "27 mîlyar dolar deynê Herêma Kurdistanê heye" ya hikumetê cihê gumanan e û destnîşan kirin, ku nayê zanîn bê budçe li ku tê xerckirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, peymana bi Rosneftê re hatiye îmzekirin, dewma peymanên ku Herêma Kurdistanê dixe nava krîzên siyasî û aborî ye û hat gotin, "Ji bo peymana petrolê ya 50 salan a bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin, gelek caran li parlamentê hewl hate dayin. Lê belê rayedarên hikumetê nehiştin ku ev peyman bikeve rojeva parlamentê. Me xwest naveroka çend peymanên din jî were eşkerekirin, lê hikumetê di vî warî de daxuyanî neda."

'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'

Her çar partiyên siyasî diyar kirin, hikumet bêyî ku bi parlamentê bişêwire mohra xwe daniye binê peymanê û dan zanîn, ku ew ê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Beşek ji peymanê li ser petrola Kerkûkê ye. Gelo ji bo vê, bi hikumeta Navendî ya Iraqê re hevdîtin hate kirin? Eger hikumeta navendî astengiyê derxîne, wê helwesteke çawa were nîşandan? Em dibêjin, siyaseta bi vê rêbazê ya desthilatdariyê, jiyana gelê Herêma Kurdistanê dixe nava xeteriyê û bi vî rengî be wê siberoj hê nebaş be. Em ê li pêşberî xizaniya ku gel di nav de ye bêdeng nemînin."

NAVEROK Û ÇARÇOVEYA PEYMANÊ NE DIYAR E

Naveroka peymana navbera Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Rosneftê hatiye mohkirin ne diyar e. Tê gotin, peyman ji bo 20 salan e, di vê çarçoveyê de wê li 5 herêman rojan mîlyonek varîl petrol were derxistin, ev petrol di lûleya Kerkûk-Ceyhanê re derbasî Skenderûnê, ji wir jî bibin parzîngehên Rosneftê yên li Elmanyayê. Nayê zanîn bê çiqas ji hatina vê petrolê bikeve qaseya Başûrê Kurdistanê.