4 kesên din li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê, pêla destgîrkirina xwendekar, rojnamevan, aktîvîstan dewam dike. 4 kesên din hatin destgîrkirin.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, doh mamosteyek, rojnamevanek û 2 şêniyên li bajarên Şîno û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku rojnamevan û berpirsyarê heftenameya Agrîn Roj Mehmûd Mehmûdî 31'ê Çileyê li Sineyê hate destgîrkirin.

Mamoste Ezîz Qadirtac jî 30'ê Çileyê li Şîno, heman rojê Wahîd Şêx Mehmûdî û Ferîdûn Bayezîdî li Şîno hatin destgîrkirin.

Ji 8'ê Çileya 2021'ê û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêleke destgîrkirin û girtina xwendekar, aktîvîst, mamoste, rojnamevan û hunermendan heye.

Ji hingî ve tê gotin ku zêdeyî 100 kes hatine destgîrkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.