4 kes li Xerabê Bava hatin destgîrkirin
Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li bejahiya gundê Xerabê Bava yê navçeya Nîsêbînê ya Mêrdînê ku tim bi operasyonên leşkerî di rojevê de ye, polîs û leşkeran bi îdîaya "Îxbar" heye bi ser malan de girtin.
Di serdegirtina heya derengiya şevê berdewam kir de, Sabrî Gorgun, Abdulvahap Zengîn, Ferhan Bayhan û Zahîr Dogan hatin destgîrkirin.
4 kesên bi hinceta "Alîkarî dayîna rêxistinê" hatin destgîrkirin nayê zanîn ku bi ku ve birine.