4 gerîlayên MKP/HKO li Dersimê jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin, 4 gerîlayên MKP/HKO li bejahiya navçeya Pulur a Dersimê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan, yek ji şervanên jiyana xwe ji dest dane Eren Talî bi nasnav Cenk e.

Li herêma Karagol a navçeya Pulur a Dersimê, pêr di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên MKP/HKO de şer derket. Di vî şerî de 4 şervanên HKO jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya rojnameya Halkin Gunlugu, ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dane nasnameya Eren Talî eşkere bûye. Nasnanemay her sê gerîlayên din hê eşkere nebûye.

Malbatê cenazeyê Eren Talî duh êvarê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û bir navçeya Qisle ya Dersimê.