38 sal in bi heskirina dengê çakûç dixebite

Hostayê sifirkeriyê Yaşar Bozkurt ku di 9 saliya xwe de bi heskirina dengê çakûç dest bi kar kir, 38 sal in bi vê heskirinê pîşeyê xwe dide jiyîn got: “Afirandin û hunera destan dilê min şad dike. Dengê vî çakûçî ji bo min weke klaman e.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê kar û pîşeyê sifirkerî ku çand û hunera kevnar ya Ermeniyan e, wekî gelek pîşeyên dîrokî bê qîmet û tine dibe. Li bazara sifirkariyê ku berê zêde dengê sedan çakûçê sifirkiriyê dihat, niha bêdeng e. Li bazara sifirkeriyê ku berê gelek hoste û pîşesaz li vir karê sifirkeriyê dikir niha êdî bêdeng e. Hosteyê sifirkeriyê Yaşar Bozkuş (47) hêj 9 salî bû bi hezkirina dengê çakûç dest bi kar kir û 38 sal in bê navber li vê bazarê bi sebr û biryareke mezin vî pîşeyî diparêze û mezin dike.

‘EV DENG JI BO MIN WEKE DENGÊ KLAMÊ YE’

Bozkurt anî ziman ku sifirkarî hunera kevnar ya gelê Ermenî ye û got: “Lê belê di dîrokê de jî Kurdan ev huner dikir. Weke tê zanîn gelê Ermenî gelekî bi huner e û ti carê makîne nedixebitandin. Her tim keda wan ya destan bû. Di demê berê de li vê bazarê bi sedan hosteyên Kurd û Ermenî karê sifirkariyê dikirin. Dengê çakûçan li ser bazarê diket. Ez hîna zarok bûm bi heskirina dengê çakûçan min berê xwe da vê bazarê û vaye 38 sal in ez bê navber vê hunera bi qîmet didim jiyîn. Ez ji afirandinê hez dikim. Ez ji vî karî hez dikim. Dengê vî çakûçî ji bo min weke dengê klamane, xewa kesê ji hunerê fêm dike tîne û serê kesê ji hunerê fêm neke diêşîne. Heta ez bijîm jî ez ê hewl bidim vê hunerê bidim jiyîn.”

‘EV HUNER MIN BEXTEWAR DIKE

Hosta Bozkurt da zanîn ku hîna ew di temenê 9 salî de bû, li ser daxwaza wî bavî ew şandiye li gel hosteyê hevalê xwe û wiha pêde çû: “Ez 8-9 salî bûm ji dengê çakûç min gelek hez dikir. Hevalê bavê min ê hosteyê sifirkariyê bû, min timî ji bavê xwe daxwaz dikir ku em biçin li gel hevalî wî. Rojekê em çûn bazarê û bavê min ez li gel hoste danîm. Ji wê rojê heta roja îro ez vê pêşeyê dikim. Ez vê pêşiyê bi hezkirin û kelecan dikim. Her lêdana çakûçekê zîndîkirina berhemekê ye. Min dibistan di temenê 15 salî de berda û min hemû hişê xwe da vê pêşiyê. Ez qet ne poşmanim, ger carek din werim li ser rûyê vê dinyayê ez ê carek din vê pêşeyê hilbijêrim.”

 ‘HUNERA SIFIRKARIYÊ BÊ QÎMET DIBE’

Bozkurt destnîşan kir ku gelek beşên sifirkariyê hene û wiha got: “Ez niha sifirkarim, lê gelek beşên vê hunerê hene. Beşa min jî xemilandine û ez sifirê dineqişînim. Dema kum in dest bi vê pêşiyê kir ev kar bi qîmet û girîng bû. Lê mixabin her ku diçe ev pêşî û huner ber bi winda bûnê ve diçe. Dema ku min nû dest bi vê hunerê kir, xelkê herêmê zarokên xwe tev dianîn li gel osteyên me û dixwazestin vê hunerê hîn bibin. Lê mixabin di roja îro de sifirkarî qîmetê xwe winda dike. Dema ku sifir neyê bikaranîn û ji firaxên din jî nexweşî çê dibe. Sifir paqij û bi tendirust e. Ez dixwazim ciwan jî vê hunerê bike û xwedî li pêşeyê bav û kalên xwe derkevin.”