320 Êzidiyên li kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê

Vegera koçberên Şengalî yên li kampên Başûrê Kurdistanê vê dema dawiyê zêde bûye. Hate ragihandin ku 320 Êzidiyên din ji Dihokê vegeriyane Şengalê.

Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya valakirina kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê de, îro bi alîkariya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan, 320 koçberên Êzidî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser warên xwe ên li Şengal û derdora wê.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin; “Malbatên ku vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn. Wê wezareta me ji bo vegerandina hemû penaberan û girtina hemû dosyayên penaberan heya 30’ê Tîrmehê karê xwe dewam bike.”

Wezaretê doh jî ragihandibû ku 79 malbatên Êzidî ji kampên Dihokê vegeriyane Şengalê.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku koçber hemû bi daxwaza xwe vegeriyane û kesên bixwazin vegerin dikarin vegerin Şengalê.

Her wiha hate diyarkirin ku rojane li nava wargehan navên kesên dixwazin vegerin ser malên xwe têne tomarkirin.