3 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin

Hêzên Îranê li bajarê Şino û bajarokê Çaldiranê bi giştî 3 welatiyên Kurd destgîr kirin.

Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh li bajarê Şinoyê welatiyek bi navê Ezîz Tac ku mamoste ye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye destgîrkirin û cihê ku birine nayê zanîn.

Di heman demê de li gundê Sêgirkê yê bajarokê Çaldiranê yê Makûyê jî hêzên Sipahê Pasdaran ên Îranê du welatiyên bi navê Mihemed Xalidî û kurê wî Ehmed Xalidî (16) destgîr kirin û rakirine cihekî ne diyar.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku destgîrkirinên welatî û çalakgerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê bê navber didome. Beriya niha ango di nava vê hefteyê de li bajarên Sine û Pîranşarê 5 welatî bêyî ku sedemê destgîrkirina wan bê diyarkirin ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn destgîrkirin.