3 kesên ku li gundê Xerabê Bava hatin binçavkirin hatin girtin

Ji 5 kesên ku li gundê Xerabê Bava yê girêdayî Nisêbînê ku bi derbkirinê hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.

Piştî 11’ê Sibatê qedexeya derketina derve  li gundê Xerabê Bava ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate îlandkirin û şûnde, 43  kes bi êşkencekirinê hatibûn binaçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Vasîf Dogan, Îmaîl Ay, Mecîda Bal, Mehemet Bal û Şukru Koçhan, ji aliyê dozger ve bi daxwaza  girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Mehmet Bal û Şukru Koçhan ji aliyê Dadgeha Ceza û Sûlh a Nisêbînê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Vasîf Dogan, Îmaîl Ay, Mecîd Bal jî bi îdîaya “Alîkarî û piştgirîkirina terorê” hatin girtin.

Hat diyarkirin ku Dogan, Bal û Ay ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê.