3 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 droneyan hate xistin

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 2 droneyan hate xistin. Dagirkeran jî bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam dikin, ku bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê lidar dixin. Di çalakiyên tîmên bi tevger ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin û derb li 2 droneyan hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 23 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe li qadên berxwedanê barand."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

11'ê Tîrmehê saet di 05:30'î de hêzên me derb li 2 droneyan xistin ku li ser herêma Zapê digeriyan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

11'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Çalakî li hemberî konekî leşkerî hate kirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

12'ê Tîrmehê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin."