Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, şaredariyên HDP'î yên Îdir, Sêrt, naveyên Misric, Baykan û Altinovayê desteser kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirk, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Havşedarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz, Hevşaredarê Misriê Baran Akgul, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê bajarokê Altinova yê navçeya Têlî ya Mûşê Casim Bûdak ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm li şûna wan bi cih kir.
Li Şaredariya Îdirê walî Enver Unlu, li Şaredariya Sêrtê walî Alî Fûat Atîk, li Şaredariya Hawêlê qeymeqam Mehmet Tûnç û li Şaredariya Misricê, qeymeqam Îhsan Emre Aydin û li şaredariya Altinovayê jî qeymeqamê Têlî Hasan Sadebiyik hatin tayînkirin.
Piştî tayînkirina qeyûman polîsan dor li avahiyên şaredariyan girtin.
HEVŞAREDAR HATIN DESTGÎRKIRIN
Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misricê Baran Akgul hatin destgîrkirin.
HDP'ê 3 jê bajarên mezin û 65 şaredarî bi dest xistibû, lê 45 ji wan hatin desteserkirin, 6 şaredarî jî bi hinceta ku şaredar bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbataya wan nedan wan.