29 cihên Colemêrgê weke 'herêma ewlekariyê' hatin îlankirin

29 herêmên li navenda û 3 navçeyên Colemêrgê, ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" ji aliyê Walîtiya Tirk ve hatin îlankirin.

Hin cihên li navenda Colemêrg û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê, ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" hatin ragihandin. Di daxuyaniya walîtiya Tirk de hat gotin, ji 11'ê Îlona 2017'an heta 25'ê Îlona 2017'an 29 cih weke 'herêma ewlekariya taybet' hatine ragihandin. Walîtiya Tirk li welatiyan qedexe kir ku bikevin vê herêmê.

Çend roj berê, li Colemêrgê di encama gulereşandin ji balafirên bê mirov de, gundiyekî jiyana xwe ji dest da bû, 3 gundî jî birîndar bûbûn. Walîtiya Tirk ji bo van gundiyan gotibû 'hevkar'. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû jî gotibû, "şaşitiyên bi vî rengî yên teknîkî dibe ku bibe". Bi vê gotina xwe kuştina gundiyan meşrû kiribû.