'28 rojan îşkenceya herî giran lê hate kirin û carek din xeber jê nehat girtin'

Xizmên Nebediyan yên li Amedê di çalakiya xwe a vê hefteyê de li aqûbeta Muhterem Ayato pirsîn ku di binçakirinê de hate nebedîkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên nebediyan  li Amedê bi dirûşma "Bila nebedî bêne dîtin, kiryar bên darizandin" cara 417'emîn çalakî li dar xistin. Ji ber qedexeyên Rewşa Awarte çalakiya li Salona Konferansê ya ÎHD’a Amedê dewam kirin. Endam û Rêveberên İHD’ê û gelek xizmên nebediyan tevlî çalakiyê bûn.

'FAÎLEK TENÊ  JÎ DERNEXISTIN HOLÊ'

Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo kujer bên darizandin bi salan e têdikoşin lê ligel têkoşîna tê dayîn hê jî kujerek jî ne hatiye dîtin. Yalçin da zanîn hemû serlêdanên wan bê encam mane û heta winda bê dîtin dê têkoşîna wan bidome.

ŞAHIDÊ BÛYERÊ: 28 ROJAN ÎŞKENCE LÊ HATE KIRIN

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka Muhterem Ayato yê k udi 9’ê Sibata 1994’an de dema ji gundê Yayik ê Pasûra Amedê diçû mala xwe ya li Farqînê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin vegot.  Hat gotin ku dema bi mînîbusê vedigeriya mala xwe li ser riya Malabadî wesayît ji aliyê leşkeran ve hat raxwestandin, piştî kontrola nasnameyan Muhterem Ayato û Mehmet Şîrîn Baran hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Ferqînê.

Li gorî agahiyên ku Mehmet Şîrîn Baran ku bi Ayato re di bin çavan de bû daye, li Femandariya Cendirmeyan 28 rojan êşkence lê hate kirin û careke din agahî ji wî ne hatiye giritn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.