'2018 di xeta Delal Amed de wê bibe sala serkeftinê'

Gerîlayên HPG û YJA Star bi sala nû re 40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyarkirin ku sala 2018'an di xeta Delal Amed de wê bibe sala serkeftinê.

Gerîla Berîtan Rojava û Seyîd Riza Sulbus diyarkirin ku bi berxwedana bêhempa a ku li Kurdistanê ber bi serkeftinê ve diçin.

Berîtan Rojava: "Berxwedana PKK'ê her roja diçe bihêztir dibe. Pêşengên vê berxwedanê destpêkê jinên ciwan û hemû ciwan in. PKK di sala 40'î de jî destana berxwedanê dinivîsîne. Di sala nû de jin û ciwan bi pêşengtiya PKK û PJAK'ê wê tola Delal Amed, berçem Çîlo, Gulnaz Ege, Azê Malagirtan hilînin û ber bi serkeftinê ve biçin. Wê ev xeta berxwedanê rûhê sala nû diyar bike.

PKK bi têkoşîna sosyalîzma demokratîk û netewa demokratîk re gelê Ereb, Suryan,Tirkmen û gelên din dibin bingehê azadî, edalet û wekheviyê de aniye li gel hev. Gel û bawerî li derdora PKK'ê kom bûne. Ev jî tê wateya serkeftinê.

Di sala 2018'an de agirê berxwedanê li  Bakur  bi berxwedana destanên gerîlayan, bi rihê şoreşa Rojava û li Başûr bi raperîna gel ya li dijî îxanetê û heta Rêber Apo azad bibe wê têkoşîn bihêztir bibe û derb li dijmin wê were xistin."

2018 WÊ BIBE SALA AZADIYÊ

Seyîd Riza Sulbus: "PKK di sala 2017'an de li dijî hêzên mêtînger berxwedaneke mezin  nîşan da. Sala 2018'an û 40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê di destpêkê de li ser Rêber Apo û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Di sala 2018'an de em ê berxwedanê geştir bikin û bila ti gumana kesî ji vê tine be. Wê mêtîngerî bi hemû saziyên xwe  ji Kurdistanê bê derxistin.

Di sala nû de ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke azad ya nû em ê têkoşîna xwe geştir bikin. PKK'ê bi têkoşîna xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê deriyê şoreşa Rojhilata Navîn vekir û sîstema netew dewletê ya kole, paşverû parçekir.

Têkoşîna şoreşê ya ji bo Kurdistanê wê bi serkeftinê were tacîdar kirin û wê sala 2018'an bibe sala azadiyê. Li ser vî bingehê ez sala nû li hemû gelên bindest û mirovahiyê, sala azadiyê pîroz dikim."