HPG: 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li dijî operasyona dagirker a artêşa Tirk a dagirker ya li dijî sînorên Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li dijî operasyona dagirker a artêşa Tirk a dagirker ya li dijî sînorên Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çalakiya di 31’ê Kanûnê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
“Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2017’an de ji Şemzînana Colemêrgê li dijî gundê Bermîzê û Kanîreş, Geliyê Reş, Tepê Sîro yên bi ser bajarê Diyanayê ya ku dikeve nava sînorê Başûrê Kurdistanê, operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dabû destpêkirin. Li dijî vê operasyona hêzên dagirker hêzên me çalakî li dar xist.
Di 31’ê Kanûnê de saet di 16:00’an de hêzên me li dijî leşkerên dagirker yên ku dixwestin li Girê Koordîneyê ya dikeve herêma Geliyê Reş bi cih bibin, çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker herêm bi obûz û topên hawanan bomberdûman kir.”